'Girtiyên jin niha di hedefê de ne'
17:53
JINHA
STENBOL - Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqnasan biryara girtiyên jin ên li Bakirkoyê bibin Girtîgeha Sîlîvriyê şermezar kirin û diyar kirin ku sirgûn bi taybet li hemberî girtiyên siyasî bi armanca tepisandin, zext û teslîm girtinê tê bikaranîn û niha jî girtiyên jin di hedefa dewletê de ne.
OHD, ÎHD, TUAD, HDP'ê û gelek saziyên din ên sivîl bi armanca şermezarkirina biryara girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê bibin Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankrata "Ji tecrîd û sirgûnên li girtîgehan re na" hate vekirin û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindana" û "Jin jiyan azadi" hatin berz kirin. Berî daxuyaniyê Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Stenbol Gokmen Yeşîl axivî û diyar kir ku tecrîd di serî de li Îmraliyê û li her derê berdewam dike û wiha got: "Em dê hêj mezin bibin û van sirgûnan rawestînin." Endamê Şaxa OHD'ê yê Stenbolê Prz. Rûken Gulagaci jî diyar kir ku tecrîd û sirgûnên li hemberî girtiyên jin nayê qebûlkirin.
'Girtîgehên Tîpa F amûrekî îşkenceyê yê rastiya mirov a zîndewarekî civakiye tune dihesîbene'
Piştre Prz. Rûken Gulagaci daxuyanî xwend û diyar kir ku sirgûn bi taybet ji bo girtiyên siyasî bi armanca tepisandin, zext û zordariyê tên bikaranîn. Rûken anî ziman ku ji sala 2000'an heya niha bi vekirina girtîgehên tîpa F tecrîd her tim di rojevê de cihê xwe girt û wiha got: "Dewletê bi derewên cuda girtîgehên tîpa F rewa kirin. Girtîgehên Tîpa F a derewa rihe, paqij û ewlehî rewa kirin. Girtîgeh bi hucreyên yek kesî û 3 kesî tên tecrîdkirin û têkîliya wan bi derve û bi hev re bi tememî tê qutkirin. Girtîgehên Tîpa F amûrekî îşkenceyê yê rastiya mirov a zîndewarekî civakiye tune dihesîbene."
'Niha jî girtiyên jin di hedefê de ne'
Rûken anî ziman ku tecrîd tenê nirxên mirovahiyê tune nake bi wê re cezayên dîsîplînê, qedexeya weşanan, astengkirina mafên ragihandinê, îşkence jî bi xwe re tîne. Rûken da zanîn ku di encama tecrîdê de di sala 2000'an de 28 girtiyan jiyana xwe ji dest da û niha jî girtiyên jin di hedefê de ne. Rûken bi lêv kir ku sedema li hemberî sirgûnan derdikevin bi 3 sedeman ve girêdayîye û yekemîn Girtîgeha Sîlîvîrê ji hucreyên yek kesî û 3 kesî pêk tên û li gorî tecrîdê hatiye çêkirin ya duyemîn girtîgeh ji navendên rehabîlîtasyonê bêpar in û ya sêyemîn jî hin jin çi bibe bila bibe bi daxwaza xwe nakevin wan buroyan û dê li hemberî êrîşê ber xwe bidin.
Rûken destnîşan kir ku ew li hemberî sirgûnan bêdeng namînin.
(rc/ch)