Ji bersûcê îstismara zayendî re 9 sal ceza hate dayîn

15:41

JINHA

AMED - Li Amedê ji B.S yê ku dest dirêjiya xwarziya xwe ya 10 salî kir, 9 sal cezayê girtîgehê hate dayîn. Di biryara pêwistekî de wiha hate gotin: “Dest dirêjî bedena mexdurê jî ji bo sûcê istîsmara zayendî têr hatiye qebûlkirin.”

Li Amedê di sala 2013’an de kesê bi navê B. S yê 39 salî bi hinceta ku ji carekê zêdetir dest dirêjî biraziya xwe ya 10 salî kiriye, hatibû girtin û li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dihat darizandin. Dadgehê der barê B.S de biryara xwe aşkera kir û da zanîn ku bersûc B.S ji sûcê destdirêjiya zarokê hatiye cezakirin û hat îdîakirin ku ji bersûc xalê mexdureyê ye, ceza hatiye zêdekirin. Di biryarê de hat gotin ku bersûc piştî her destdirêjiyê mexdur bi mirinê tehdîd kiriye û ev jî wek sedema zêdekirina cezayê hatiye qebûlkirin. Her wiha hat diyarkirin ku destdirêjiya bedena mexdureyê, ji bo avabûna sûcê îstîsmara zayendî têr hatiye qebûlkirin.

(zt/ch)