Zimanê darazê jî jinê tune dihesibîne
10:35
JINHA
ENQERE - Prz. Ceren Şimşek, diyar kir ku pergala hiqûqa darazê ji aliyê zilaman ve hatiye avakirin û jin di zimanê hiqûqê de jî tune tên hesibandin. Prz. Ceren Şimşek, daxuyand ku jin di zimanê hiqûqê de kesa duyemîn tê hesibandin û zimanê mêr di nava dewletê de xwe zêde dide xuyakirin. Ceren, anî ziman ku ev ziman polîtîkaya dewletê ye û ev jî dibe sedema cudakariya zayendîbûnê. Ceren, destnîşan kir ku pêwiste li dijî daraza mêr bi têkoşînê hiqûqa femînîst pêş bixin.
Tundiya li dijî jinê û komkujiya li ser jinê di nava civakê de di rêza yekem de cihê xwe digire. Parazvanên mafên jinan bal kişandin ser aliyê hiqûqî û civakî. Parezvanê mafên jinan, anîn ziman ku jin di nava xeta zayendîparêz de bê tevger dimîne û dema serî li mercên zagonî didin jî serlêdanên wan bê bersîv dimînin.
Hiqûqnasên jin û aktîvîstên jin têkildarî mafên jinan, diyar kirin ku pêwiste bi gotina "Dê tunduya li hemberî jinê çawa bê rawestandin?" bê dagirtin. Parezvanan, anîn ziman ku jin di navbera malbat-civak û darazê de hatiye asêkirin û pêwiste mekanîzmaya parastina çalak bê avakirin. Jinan, da zanîn ku pêwiste di qada darazê de zimanê zilam û tundiyê bê guhertin.
'Qalibên zayendîparêz ji zarokatiyê de dest pê dike'
Parêzer Ceren Şimşek anî ziman ku zimanê serdest ê zilam ku di hiqûqê de jî serdest e, tundiya li ser jinê diparêze û tundiyê xurttir dike. Prz. Ceren, destnîşan kir ku cihê jinê yê di nava civakê de li gorî zayendiya wê tê diyarkirin û ev jî dibe sedem ku jin wekî dîtir bê dîtin.
Prz. Ceren, destnîşan kir ku qadên ku zilam lê serdest in bi qîmet e û qadên ku jin lê serdest in jî bê qîmet tê dîtin. Prz. Ceren, bilêv kir ku jin bi ked, fedekarî, hezkirin û bi dayikê tê naskirn û ji zarokantiyê heta mezin dibe rolê jin û mêr ên nava civakê tê fêrq kirin.
Ceren, daxuyand ku rengê pembe bi zarokên jin û rengê şîn bi zarokên mêr vedikin. Ceren, da zanîn ku xêliyên jinê zêde tê xemilandin û bebekên plastîk ji wan re tên stendin, lê ji mêran re jî çek an jî maşîne tê stendin.
Qatilê jinê ji 'Kuştina mêr" tê darizandin
Prz. Ceren, bilêv kir ku li gorî reng û zayendê di navbera jin û mêr de cudahî tê kirin û dema li zimanê darazê ku hiqûqê diparêze dinerin jî, dibînin ku bi hêsanî newekhevî tê dîtin. Ceren, bibîrxist ku di biryarên dadgehê û hiqûqê de jin wekî ozne (kirde) nayên dîtin û bêtir wekî nesne tên dîtin.
Ceren mînaka "xala "Bi zanebûn kuştina zilam" da û wiha got: "Di zagona TCK'ê de da 'Xala 81'an a bi zanebûn kuştina zilaman: - (1) Kesê bi zanebûn mirovekî bikuje bi cezayê muebetê tê darizandin. Hemû kujerên jinê ji vê xalê tên darizandin. Ji ber vê yekê biryar wekî 'bi zanebûn kuştin' tê dayîn. Lê di rûniştinê de hin caran dozger û dadger hin caran wekî "Bi zanebûn kuştina zilam" bi lêv dikin. Dîsa bi birîndarkirinê de jî wekî "Kuştina zilam" tê binavkirin. Ji ber vê yekê hemû zilamên ku jinê qetil dikin û jinê birîndar dikin ji sucdariya "Bi zanebûn zilam kuşt" û "Bi zanebûn zilam birîndar kir" tên darizandin û hikûmkirin. Mudafî di parastina bersûc de jinê wekî bê qîmet nîşan dide. Ji bo vê yekê hemû gotinên neyînî û zimanê neyînî bikar tîne. Zimanê wekî "min namûsa xwe paqij kir" bikar tîne. "
'Divê hiqûqa femînîst pêş bikeve'
Prz. Ceren, destnîşan kir ku di demên berê de zimanê darazê xerabtir bû û bi têkoşîna jinê ya li hemberî hiqûqê û parastina mafê jinê zimanê hiqûqê baştir bûye.
Ceren, destnîşan kir ku ji bo zimanê darazê bê rastkirin pêwiste têkoşînek hîn xurttir bê dayîn ji bo zimanê hiqûqê yê mêr bê guhertin pêwiste jin di her qadê de wekî ozne bê ditin û di her qadê de cih bigire. Ceren, diyar kir ku ji ber daraz ji aliyê zilam ve hatiye avakirin jin nayê dîtin û ziman ê zilam e. Ceren, bilêv kir ku di hiqûqa zimanê zilam serdest de jin wekî ya duyemîn tê dîtin û nayê hesibandin û wiha got: "Di rastiya xwe de ev polîtîkaya dewletê ye. Zimanê mêr di cemaweriyê de jî serdest e. Di qada hiqûqê de jî serdest e û hev xwedî dikin. Divê êdî hiqûqa femînîst bê pêşxistin. Divê di qada hiqûqê de ev guhertin pêk bên:
*Sucên êrîşa zayendî, ne wekî sucên li hemberî civakê, malbatê û dabê pêk tên. Dijberî vê yekê wekî 'sucên li hemberî kesan' tê pênasekirin.
*Sûcên êrîşên zayendî wekî sucê 'ketina irzê' û 'êrîşa irzê' nayê pênasekirin. Êrîşên zayendî wekî paqijkirina 'Namûsa' zilam û civakê' tê binavkirin. Ne wekî 'Sûcên li dijî destnedayîna zayendî' Wekî Sûcên li dijî destnedayîna bedenê' tên pênasekirin'
*Pênaseya hemû cureyên tecawisa zayendî, êrîşa zayendî û tacîza zayendî hatin berfirehkirin. Di dema îşkenceyê û êrîşên zayendî de ger ku beden û ruhê mexdûr zerarê bibîne, wekî sedemên giran tê qebûlkirin.
*Tecawiza nava zewacê û êrîşa zayendî aşkere wekî suc tê bi navkirin. Li gorî vê yekê ceza tê dayîn.
*Li kargeriya tacîza zayendî aşkere wekî sûc têqebûlkirin û tê cezakirin.
*Bêyi biryara dozger û dadgerê erkdar hebe, muayineya genital bê kirin divê bê cezakirin.
* Şîdeta nava malê wekî cureyekî îşkenceyê tê dîtin û cezayê giran tê xwestin.
*Pênaseyên îstîsmara zayendî ya zarokan û hebûna 'Riza' ya di êrişên zayendî de ji holê hatin rakirin.
* Xala berê ya TCK'ê ku bi tecawizkar re dihat zewicandin ji holê hat rakirin.
* Kuştinên toreyê wekî kuştina mirovan a bi nîtelîk hat qebûlkirin.
*Têgehên wekî irz, heya, edep ku mafê jinê binpê dikin ji holê hatin rakirin.
* Sererastkirinên ku cudahiyê dixe nava jinên zewicî û azib, bakîre û ne bakîre hatin rakirin.
(mae/ch)