Dewlet di mijara tecawizê de li 'riya lihevhatinê' digere
09:32
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Wezareta Dadê, ji bo mêrên ku sûcê êrîşên zayendî pêk anîne, zagona ku bi riya pereyan ji ceza xelas bibe amade kir. Têkildarî mijarê Prz. Hatice Demîr, diyar kir ku dewlet di qada tecawizê de li "Riya Lihevhatinê" digere û dê bi vê zagonê re sûcên êrîşên zayendî zêde bibe. Hatice Demîr, destnîşan kir ku dê bi vê pûşnûmeya zagonê rêya darazê jî li jinê bê girtin.
Wezareta Dadê, dê di qada darazê de pergala bazarê pêş bixe. Wezareta pêşnûneya têkildarî "Di darizandinên ceza de ji bo barê kar kêm bibe, dê rêbazên çareseriya alternatif pêş bixe" amade dike. Li gorî vê pêşnûmeya zagonê kesê ku sûcê heta 5 sal ceza pêk anîbe, sûcê xwe qebûl bike, dê cezayê wî dakeve salekê. Ger ku ev pêşnûme bibe zagon dê cezayên sûcê tacîzê jî vegere pereyan. Bi vê pêşnûmeyê dê tundî û êrîşa li ser zayendê jî bibe mijara bazarê. Dê bi vê zagonê kesên heta 2 salan ceza bigirin li hemberî sûc pereyan razîne û xwe ji ceza xelas bike.
'Dixwazin sucdaran bê ceza bihêlin'
Têkildarî pêşnûmeyê Prz. Hatice Demîr, anî ziman ku ger ev pêşnûme bibe zagon dê êdî bersûc neyên cezakirin û ji ber vê pêşnûmeyê dê sûcên li hemberî jinan jî zêde bibin. Hatice Demîr, da zanîn ku Wezareta Dadê bi vê pêşnûmeyê dixwaze kapasîteya girtiyan kêm bike û dosyayên li dadgehê kêm bike. Prz. Hatîce Demîr, bilêv kir ku wezaret dê bi vê rêbazê lêgerîna mirovan a edaletê jî kêm bike û rê li pêşiya jinan a darazê bigirin.
Hatîce Demîr, destnîşan kir ku ev pêşnûme ji bo gelek sûcan "Bêcezabûnê emir dike wiha got: "Dê bi vê pêşnûmeyê kesên mexdûr bêtir mexdûr bibin."
'Dê suçdaran bêtir teşwîkî sûc bikin'
Hatice, da zanîn ku armanca esasî ya darazê edaletê pêş bixe û xurt bike, lê bi vê rêbazê û pêşnûmeyê li şûna edaletê pêş bixe, dê bêtir sûcdaran teşwîkî sûc bikin û mexdûran jî bêtir mexdûr bikin. Hatice, anî ziman ku bi vê pêşnûmeyê peyama "Ger ku tu gilî bike, tu dê bêtir bêzar bibe." û wiha berdewam kir: "Ev di pratîkê de rewşa bêcazakirinê ye. Taybetiya cezayan a herî girîng bersûc ji suc dûr bixe. Lê bi vê pêşnûmeyê dê bersûc bêtir tev li sûc bibin."
'Dê tundiya li ser jinê zêde bikin'
Hatice, bilêv kir ku yê sûc pêk tînin mêr e û daraz jî bi destê mêr hatiye avakirin. Hatice, anî ziman ku ji ber vê yekê mêr dîsa nayê cezakirin û got: "Ji ber vê yekê êdî jinên mexdûr jî dê nikaribin biçin serî li darazê bidin û nikaribin gilî bikin. Ger ku ev pêşnûme bibe zagon jin dê bêtir têkevin bin rîskê tundiyê. Nayê qebûlkirin ku ji bo sûcên têkiliyên zayendî û tacîza zayendî bi riya 'Lihevhatinê' bê derbaskirin. Ji ber ku mexdûr dê terkî qedera xwe bê kirin.
'Ger ku girtiyên siyasî bê berdan girtîgeh dê vala bibin'
Hatice, bal kişand ser guhertinên pêşnûmeyê yên wekî "ji bo tespîtkirina ragihandin û guhdarkirinê der barê şîrketên tê gotin di fîmansmana terorîzmê de hatiye bikar anîn, komele, partî û vakifan de; lêpirsînerê veşarî (Ajan) hatiye peyvirdarkirin wiha got: "Hikûmet ji bo saziyên muxalifê xwe têkoşîna perçekirin û belavkirinê dimeşîne. Ger ku Wezareta Dadê dixwaze kapasîteya girtîgehan kêm bike wê demê divê berî her tiştî girtiyên nexweş û girtiyên siyasî serbest berde."
(mae)