'Peywira meclîsê ya esasî derxistina zagona Ozgecan e'

10:42

JINHA

ÎZMÎR - Her roj agahiyên qetilkirina jinan tê û ligel vê zagona ku 2 sal berê ji alî Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Bisekinînin hat meclîsê ya niha wek 'Zagona Ozgecan' tê binav kirin hê jî nehatiye nîqaşkirin. Sanem Denîz Kural a nûnerê Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Bisekinînin a Îzmîrê ye da zanîn ku peywira meclîsê ya esasî derxistina zagona Ozgecan e û got: '' Hikûmet ava nebe jî ev zagon dikarin ji meclîsê derbas bikin.''

Li Tirkiyê her roj ji bajarek cuda agahiya qetilkirina jinan tê. Di pêvajoya darizandinê de jî êşên jinan bi dawî nabe lewre kujer ji daxistina tehrîk, heta rewşa baş rastî daxistinên zagonî dibe. Li hember vê zagona wek ' Zagona Ozgecan' tê zanîn ku naveroka wê de rakirina daxistinan û ji bo kujeran cezayê mûebbetê ya giran tê xwestin hê jî di meclîsê de sekinandîye. Em bi Sanem Denîz Kural a nûnerê Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Bisekinînin a Îzmîrê ye derbarê berpirsyariya parlamenterên jin de û Wezareta jinê de axivîn.

'Pêşniyaza me ya zagonê 2 sale li meclîsê ye'

Sanem anî ziman ku di cezayên qetilkirina jinan de daxistin tê kirin û kujer ji madeya cezaya mûbeta giran nayê darizandin tenê mûebbet tê xwestin lê ew jî piştre dadikeve. Sanem diyar kir ku ji bo ev kêmasiyên zagonê were sererastkirin 2 sal berê tevî malbatên jinên hatine qetilkirin re pêşniyaza zagonî dane meclîsê lê pêşnîyara wan hê jî nehatiye nîqaşkirin''

'Derxistina zagona Ozgecan peywira meclîsê ya esasîye'

Sanem bilêv kir ku piştî qetilkirina Ozgecan bertekên civakî hate dayîn û êdî gel jî bi dengekî bilind gotin ku ' Kujerên jinan bila cezayên mûebbetê ya giran bigre û daxistin bila neyê kirin' piştî vê navê zagonê jî wek ' Zagona Ozgecan' hate binav kirin. Sanem diyar kir ku bi taybetî jî parlamenterên jin ên pêvajoya nû pêşniyaza wan pêşkeşî meclîsê kirine û wiha berdewam kir. '' Divê hemû kes vê dozê bişopîne lewre jiyana mirovan girîng e. Lê mixabin em di pergalek nêrza de dijîn û her roj tûndî û qetilkirina li ser jinan zêde dibe. Ji ber vê jî hikûmet ava nebe jî ev zagon dikarin ji meclîsê derbas bikin. Ji bo qetla jinan were sekinandin ev pewist e. Divê mirov nebêje ' ez ê 3-4 sala razêm û derkevim' Zagona Ozgecan divê derkeve''

'Wezareta jinan pewist e'

Sanem destnîşan kir ku di hikûmeta AKP'ê de Wezareta Jinan hate guherandin û Wezareta Polîtîqayên Malbat û Civakê hate avakirin û di pratîkêde gelek pirsgirêk hate jiyandin. Sanem da xuya kirin ku ev nîşaneya ku jinên ne di malbatê de bin dewlet wê bi pirsgirêkê wan re mijûl nebe û wiha pê de çû: '' Jinên ku di nava malbatê de tê qetilkirin di îstatîstîkên Wezareta Polîtîqayên Malbat û Civakê de cîh nagre û ji ber vê hejmara kuştinên jinan kêm tê xuyakirin. Divê ev pêkanîn ji holê rabe û wezaretek ku tenê bi pirsgirêkê jinan re mijûl bibe were avakirin.''

'Naskirina jinan a ji alî dewletê têr nake'

Sanem da zanîn ku dema Wezareta Jinan were avakirin wê dewlet jinê nasbike lewre jin ji ber jintiya xwe rastî tûndî û qetilkirinan tê. Sanem axaftina xwe wiha domand: ''Dewlet vê rastiyê bi îmzekirina peymanên navnetewî jî qebûl kiriye lê divê ev peyman bi heman awayî têkevin meriyetê. Mînak Peymana Stenbolê heye. Ji ber ku cara yekem Tirkiyê îmze daye vê peymanê ev nav hatiye dayîn lê ê ku pewistiyên peymanê nayine cîh jî dîsa Tirkiye ye. Di qetilkirina jinan de Tirkiye di cîhanê de di astek bilind de ye. Naskirina jinan a ji alî dewletê tenê têr nake divê pewistiyên vê jî were bi cîh anîn.''

'Meclîs bila ji berpirsyariyên xwe nerevin''

Sanem bal kişand ku ji bo dawî li kuştin, tacîz û tecawûzên jinan were derketina zagonan û sepandina wan girînge û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Rayedarên dewletê divê zimanê xwe yê jinê biçûkdixe û hedef nîşan dide berde û li hember van nêzîkatiyan tedbîr bigre. Ji bo vê jî divê zagonên nû were derxistin û meclîs şopandin û pêkhateyên vê bike. Ev berpirsyariya meclîsê ye û meclîs bila ji berpirsyariyên xwe nerevin''

(ch)