Darizandina ji derve tundiya zilama li ser jina zêdetir dike
12:34
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Bûyerên tundiya ku li ser jinan tê meşandin zagon û kevneşopiya baviksalarî jî pêşiya tundiyê vedike. Qanûnên dewletê mêran diparêze û rê li tundiya li ser jinan vedike. Parezer Elîf Tîrenç jî bal kişand ser mêrên ku ji aliyê zagona dewletê ji derve tên darizandin û wiha axivî: "Pergala suc û cezaya ku heye parastina zilaman dike, divê ev hişmendî were guhertin. Ev yek jî pêşî li tundiya mêran li ser jinan vedike."
Li hemberî jin û zarokan her roj bûyerek nû yê tundî, tacîz û tecawuzê çêdibe. Lê mixabin daraz hîna jî sucdarên bi rengî ji derve dadirîzîne û serbest berdide. Ev hişmendiya mêran ya serdest li Tirkiyeyê di be sedem ku bi hezaran zarok û jin rastî kuştin, tundî, taciz û tecawuzê bên û ji aliyê daraz û ewlekaran jî tên parastin. Bersucên ku ji derve tên darizandin yek ji wan dozan jî doza îstismarkirina zayendî ya Duyauddun Toprak ê ku li ser xwendevanên bi navê S.T, Ş.A, H.Ç, S.T, Ş.K di sala 2013'an de tişta jiyayî bûn ji mamosteyên xwe rayberî gotibûn derketibû holê. Lê mixabin Duyauddun hêj karê xwe didomîne û ji derve tê darizandin.
Bûyereke din jî li Qosera Mêrdînê di sala 2013'an de jinek bi navê Ayten Şen ku di mala xwe de bi du guleyan hatibû kuştin de daraz ji bo bersuca bibîne belgeyan kêm ditibû. Di vê bûyerê de jî hevserê Aytên yê bi mara melê zevicîbûn û hevserê wê di tevgera polîsê taybet de dixebite bi navê Hasan Huseyîn Arslan û peywirdarê apartmanê Lokman Dogan ji aliyê daraz ve bi guman tên dîtin lê her du jî ji derve tên darizandin. Di der barê van bûyeran de parezer Elîf Tîrenç got ku qanûnên cezayan mêran diparêze û bal kişand ser qanûnên bi hişmendiya zilaman. Elîf da zanîn ku her malbat bi hişmendiya zilaman avabûye û malbat beşeke dewleta biçûke.
Elîf di berdewamiya axaftina xwe wiha got: "Dema em bala xwe bidin bûyerê weke qetilkirin, tacîzkirin û tecawuzkirina dozger û dadgerên li dadgehan piraniya wan mêrin. Dema biryar tê dayîn jî di binê hişê wan de parastina mêran heye ji ber vê yekê jî ji qanûnan zêdetir qeneata xwe pêk tînin. Jixwe qanûn jî mêran diparêzin. Darazindina ji derve ji bo vê tê dayîn."
Elîf daxuyand ku darazindina ji derve teşwîk kirina tundiyê û ev tişt gotin: "Bûyerên ku tên jiyîn bi me dide xuyakirin mêr ji derve bên darizandin ji bo jinan xetereye. Di bûyerekde em dibînin mêr ceza lê tê kêmkirin û zû ji girtîgehê derdikeve tê hevsera xwe dikuje. Ev yek jî ji bo jinan xetereye divê demildest qanûnên jinan bê parastin derkevin."
Elîf bûyera Nevîn Yıldırım bi bîr xist û wiha pê da çû: "Em di vê bûyerê de jî dibînin jin dema xwe diparêzên ji aliyê dozger û dadgeran ve naye pejirandin. Di be sebep ku jin divê xwe ne parêzin û li hemberî tundiya mêran bê deng bîminin."
Elîf axaftina xwe bi van gotinan bi dawîkir: "Divê guhertin û veguhertinek civakî çê bibe. Ger ku hişmendiyek di navenda wê de mirov tune be yanî jin û mêr di hevsengek de nebin ev pirsgirêk jî nayên çarserkirin."
(fk/rc)