8 welatiyên li Silopiya hatin binçavkirin serbest hatin berdan
11:08
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiya 8 welatiyên di êrîşa polisan de hatin binçavkirin ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan.
Di êrîşên polisan yên ser Taxa Zap de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bun. Li taxa ku sekvanan ser gel de gule dibarandin 8 welatiyên hewildidan birîndaran bibin nexweşxanê ji aliyê polisan ve hatibun girtin. Bereket Armagan, Abdullah Armagan, Hamit Algur, Emin Bayar, Yakup Yakaumar, Mesut Aşan, Metin Sonmez û Reşit Reyhan pişti ifadeya wan a li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dizgeriyê jî bi hinceta "endamên rêxistinê" ne bi teleba girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê her 8 welatî serbest berdan.
(ma-pk/zt)