Dengê jina ku got "ez naxwazim bimrim" hat bihîstin

14:56

JINHA

HABER MERKEZİ - Jina bi navê A.U. ji aliyê hevjînê xwe lêdanek ji mirinê xwaribû bi qîrîna "Ez naxwazim bimrim" di raya giştî de deng veda. Wezareta Polîtîkayên Civaknasî û Malbatî, baroyên Stenbol û Enqerêyê daxuyandin ku dê ji bo parastina A.U. yê wê beşdarî doza wê bibin.

Ji bo A.U. hefteya çûyîn li ser malpera Diken.com.tr yê nûçeyek bi navê 'Ji kuştina jinekê re pênc heye' hat weşandin û ket rojêvê. Di nûçeyêde jina bi navê A.U. dibêje ku piştî tundî ji hevjînê xwe dibîne serî li Wezareta Polîtîkayên Civaknasî û Malbatî dide lê tu destegek nagire. Di derbarê mijarê de em li parezerê Wezareta Polîtîkayên Civaknasî û Malbatî yê Nur Yilmazlarê geriyan wê jî got ku em serlêdanê bi telefonan ew nakevin tevgerê lê piştî serlêdana A.U yê ya bi daxwazname ew ê tevlî dozê bibin.

Wezaret: Ekîbên li qereqola tundiyê dişopînin serbixwe ne

Pirsa me ya ji parêzera Wezaretê Nurê re ya ku "Gelo çima bi dehan cara A.U. ji bo ku tundiyê ji hevjînê didît serî li qereqol û Wezareta Polîtîkayên Civaknasî û Malbatî dida hûn neketin tevgerê?" wiha bersivand: "Li qereqolê ekîbên polîs tundiya di nav malbatan de dişopînin serbixwe ne. Em di bin banê wezaretê de bi rêk û pêk dixebitin, lê rêveberina polîsan bi me re nîne." Pirsa me ya "Hevjînê A.U. yê berê M.K.T ji aliyê Dadgeha Malbatî ya 14. emîn li Stenbolê li dijî biryara dadgehê derketibû lê tu ceza lê nehat birîn. Wezaret li hemberî vê bêdengiyê dê çawa xwe tevlî dozê bike?" Nur wiha me bersivand: "Em dixwazin nîşan bidin ku ne tenê dadger û dozger li hemberî tundiyê ne, em weke wezaret û xebatkarê wê yê jin jî li hemberî vê yekê ne. Di qanûnan de jî dinivîsîne kesên ku li dijî tedbîran derkeve, dadgeha ku biryara tedbîrê daye divê wî kesî bigre. Em ê vê mijarê bişopînin."

Baro jî ketin nav liv û tevgerê

Der barê nûçêyê ku hat weşandin baroyên Stenbol û Enqereyê ji ketin nav hewldanan. Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Sureyya Turan jî got ku ew ê jî tevlî dozê bibin û wiha axivî: "Heta daneşîna doza A.U. yê, ji bo parastina wê û rastî êrîşan neyê çi ji destê me werê em ê bikin." Parezerê Baroya Enqereyê Burcu Otman Taşdan û Serokê Baroya Enqereyê parezer Hakan Canduran jî bal kişandin ser doza A.U. yê û ev tişt gotin: "Em dozê ji nêzîkte dişopînin û em ê bi biryara rêveberiya xwe tevlî dozê bibin." Taşdan da zanîn ku beriya kuştin çêbibe divê em pêşî li kuştinê bigrin ev yek jî ji bo me pir girînge û ji bo şopandina dozê em ê ji Enqereyê biçin Stenbolê

Parezerê A.U. yê Sînan Akandir daxuyand ku M.T.K. ji biryara dadgehê ya tedbîrê binpê kiriye û li hemberî muvekîla wî jî hêj dest dirêjî û ziman dirêjî xwe didomîne ew jî ji ber vê yekê serî li dadger û dozgerî dane. Akandir ji bo parastina A.U. yê cardin daxwazname daye.

(fk/ch)