Rojnameger tacîzkar gilîkirin, derket holê ku ew îstîxbaratin!
10:34
JINHA
AMED - Kesê ku bi wesayîtê jinên rojnameger tacîz kirin derket holê ku polîs in. Jinên rojnameger derbarê kesên ku wan dişopand de serlêdan kiribûn, Weliyê Meletî jî wiha bersiv da: "Kesên ku hatine gilîkirin erkdarê îstixbaratên bajêrin. Ji bo ewlehiya emnîyet û asayîşê şopandin kirine. Em destûr nadin ku bên lêpirsîn kirin."
Nûçegihanê ajansa me, bi armancê hînbûna pirsgirêkê jinên Behra Reş û derbarê hilbijartinan de nêrîn û nûçeyên dosya amede bikin li bajarên din gerîn. Piştî ku xebatên xwe qedandin û vedigerîn Amedê li ser riya Meletî ji aliyê hinek kesan ve dihatin şopandin û bi waseyîtê hatin tacîz kirin. Rojnameger rûxmî ku vê bûyerê gilîkirin jî pêwîstî bi lêkolînê nehatî dîtin. Nûçegihan Asiye Tekîn, Gûler Can û Asiye Erdogan û Mahîr Tekîner ê ku ajokariyê dikir piştî xebatê xwe qedandin di 29'ê Nîsanê de dema ku vedigerîn Amedê li dora sînorê bajarê Meletye yê heya navenda bajêr ji aliyê wesayîta ku plaqayê 44 EH 637 ve hatin şopandin û tacîz kirin.
Wesayîta ku tacîzkiriye îstîxbarat ê
Nûçegihan ji ber ku riyên bajêr zêde nasnakin gelek caran bi şaşî ketine kolanan lê cardin bi aweyek eşkere dihatin şopandin. Nûçegihan derbarê kesên ku wan dişopandin de li Qaraqola Beydagiyê gilîkirin. Li ser giliyê ku hatî kirin dozgerî derbarê kesên ku nûçeginan dişopand de lêkolîn da despêkirin. Di encamê lêkolînê de derket holê ku wesayît aîdê Mûdûrê Şaxa Îstîxbarata Meletyeyê ye. Li gorî zagonan dozgerî destûra lêkolînê ji Welîtiyê xwest, lê ji ber ku Welî destûr neda dosya hat girtin.
Polîsan nûçegihanan rihetsiz nekiriye!
Hinceta biryara girtina dosyayê, polîsên ku wesayît bi kar anîne li gor hûkma qanûna Selahiyet û Vaziyet ên polîsan biryara şopandinê girtine hate dayîn.
(rc/ch)