Ji parêzera jin bang: Bertekên xwe nîşanî sucên tundî û îstîsmarê bidin

09:02

Sarya Gozuoglu / JINHA

AMED - Pêşnûmeya zagona têkildarî "Di darizandinên ceza de, pêşxistina Rêbazên Çareseriyê ya alternatif û kêmbûna barê kar" li gel hemû bertekan paşve nehat kişandin. Prz. Halime Sanli têkildarî pêşnûmeya zagonê bertek nîşan da û anî ziman ku ev pêşnûmayên bi vî rengî dê di nava civakê de rêjeya ceza zêde bike. Halîme, ji hemû beşên civakê xwest ku li hemberî vê pêşnûmayê bertekên xwe bînin ziman.

Wezareta Dadê dixwaze di darizandinê de pergala bazariyê têxe meriyetê. Wezaret bi pêşnûmeya zagona "Di darizandinên ceza de, pêşxistina Rêbazên Çareseriyê ya alternatif û kêmbûna barê kar" dê sûcên heta 5 salan wekî sûcên şikdar bibîne û daxe salek cezayê girtîgehê. Ger ku ev pêşnûme bibe zagon dê cezayên tacîzên zayendî jî vegerin cezayê pereyan. Cezayên îstîzmara zayendî ya zarokan jî dê wekî sucên bi şik bên dîtin û heta sucên 2 salan jî wê vegerinin cezayê pereyan û wan serbest berdin. Têkildarî pêşnûmeyê Parêzer Halîme Sanli bertek nîşanî pêşnûmeyê da û xwest her kes li hemberî vêpêşnûmeyê dengê xwe bilind bikin.

'Baweriya li hemberî darazê namîne'

Prz. Halîme Sanli, anî ziman ku ev pêşnûme ji bo parastina bersûcan dikeve meriyetê û ger ku ev pêşnûme têkeve meriyetê dê baweriya mexdûran a li hemberî darazê nemîne. Halime, destnîşan kir ku ev pêşnûme dibêje 'Ger ku pereyê te hebe tu dikare sûc bike, na ger ku pereyên te tunebe tu nikare sûc bike. Pereyên xwe bide û ji sûc xelas bibe.' Halîme, bibîrxist ku ji ber bawerî li hemberî darazê tune gelek kesên rastî tacîz û binpêkirina mafan dên serî li darazê nadin. Halîme, daxuyakirin ku ger ev pêşnûme jî têkeve meriyetê êdî bi temamî kes naçe serî li darazê nadin.

Halime, girêdana pêşnûmayê ya ji bo valakirina girtîgehan jî rexne kir û wiha got: "Dixwazin hêjmara girtiyên girtîgehan kêm bikin. Wê demê dê gelek kesên sucên wan giran jî bên bertan. Wê demê kesên suc kiribin dê neyên darizandin. Ji bo ku girtîgeh tije nebin, divê dewlet serî li rebazên tdin ên çareseriyê bidin. Divê dewlet kesên li hemberî welatiyan sûc dike ceza bike. Tenê kesên li hemberi dewletê ceza neke."

'Sûsê îstîsmarê dê zêde bibin'

Halîme, diyar kir ku bêzagonî êdî bi destê dewletê dikeve beriyetê û wiha pêde çû: "Ger ku tahliyeyabê şert û merc ji salekê derxin 2 salan wê demê sûcên li hemberî jinê dê zêde bibin. Divê daraz li gorî suc û giranîya suc bersûcan ceza bike."

Halîme, heri dawî anî ziman ku ger ev peşnûme têkeve meriyetê û bibe zagon dê sûcên li ser jinê zêdetir bibe û wiha bi dawî kir: "Divê her kes li hemberi van zagonan dengê xwe bilind bikin û destûr nedin ku ev pêşnûme bibin zagon. Divê hemû saziyên sivîl ên civakî bertekên xwe bînin ziman û helwesta xwe nîşan bidin."

(mae)