Runiştina doza Helina xwe li hember mêrê êrîşkar parast hat paşde xistin
12:47
JINHA
İZMİR - Runiştina doza Helin D ya ku li hember mêrê êrîşkan parastina xwe ya cewherî pêkanî û ew mêr kuşt li Bayrakliyê hat dîtin. Runiştina doza Helin têde bi 24 salan tê darezandin hat paşdexistin.
Runiştina doza Helin D ya ku di adarê de li navçeya Bayrakliya Îzmîrê mêrê xwest êrîşa zayendî ser bike wê jî parastina xwe ya cewherî bi kar anî û mêrê bi navê Ferit Demirê 36 salî kuşt 24 sal cezayê girtîgehê jê tê xwestin hat dîtin. Helina 19 salî girtî tê darezandin parastina xwe kir. Helin diyar kir ku Ferit Demir wê di odeya xwe de kilîd kir û xwest wê tecawîz bike, ji bo parastina xwe wê çeka ku ayîdê Ferit girt û neçar ma wî bikuje. Xwişka wê ya şahida heman bûyerê ye gotinên xwişka xwe rast derxist. Ji bo biriyardanê dadgehê doz paşde xist.
(zt)