'Alavek a polîtîkaya lêgera tazî, tindî û helandinê'
10:20
JINHA
ENQERE - Parêzera endama OHD'ê Sînem Coşkun diyar kir ku jinên li gel hevşaredaran hatine girtin û sirgunî Girtîgeha Sîncanê kirin bi awayek bêmafî bûn mexdurê lêgera tazî û got: "Ew sepandin, ser hevşaredarên hatin girtin polîtîkaya tindî û helandinê ye."
Bi îdiaya "Xirakirna hevgirtina dewletê, hinek ji axa dibin destê dewletê de cuda kirinê" ji madeya 302'an hevşaredar girtin. Havşaredarên Amedê ya navçeya Surê Fatma Şik Barut, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi û ji Akademiya Jinê Guneş Olmez ên hatin girtin û bi lez sirgunî Girtîgeha Sîncanê kirin ser wan îskenca lêgerîna tazî hat kirin. Endama Komeleya Hiquqnasên Hemdem (OHD) Parêzer Sînem Coşkun da zanîn ku lêgera tazî bêmafiyeke û li hember biriyarên AHÎM'ê jî binpêkirine.
'Weke ku jin revandine'
Sînem destnîşan kir ku li gel li Girtîgeha Amedê û yên derdorê li gorî hijmarê guncawe jî birina wan a Enqerê helwestek polîtîke û wiha domand: "Bêyî biriyarek cidî, yan jî tiştek li holê heyî wan nîvê şevê revandine birine Sîncanê."
Sînem Madeya 3'emîn a AHÎM'ê ya xedexeya îskencê ku wiha ye "Divê ti mirov nebe mexdurê ceza û îskencên dermirovane û vîn şikandinê" bibîrxist û wiha berdewam kir: "Li gorî AHÎM'ê divê girtî û hikumxarên li girtîgehan nebin mexdurê lêgera tazî. Li gorî Madeya 3'emîn nayê pejirandin. Li gorî biriyarên AHÎM'ê di hinek rewşên weke girtina ewlehiya girtîgehê yan jî di hindir de derxistina xir û cirê lêgera tazî tê kirin, ew jî bi awayek guncaw."
'Ji xwe dibin çavan de hatine girtin û lêger kirine'
Sînem anî ziman ku ji xwe dibin çavan de lêger kirine, her tiştên wan jê girtine û bi dehan caran dibin cîhaza X-ray û dedektora re derbas kirine û wiha dom kir: "Li gorî biriyarên AHÎM'ê heya biriyarên dadgehê nekevin meriyetê girtî bê suce, lê girtî radestî gardiyanan tên kirin ew jî li gorî keyîfa xwe sepandinê ser wan dikin."
'Ew sepandinek vîna girtiyan dişkîne'
Sînem wiha pêde çu: "Sepandinên weke bêmafî û sirgun ser gertiyan tê kirin polîtîkayên tindî û helandinê ne." Sînem derbirî ku di rapora Komiteya Îskencê de jî lêgera tazî weke şikandina vînê tê dîtin.
(zt)