İpek Bozkurt: Tehşir û îskenca zayendî sucê mirovahiyê ye
10:39
JINHA
STENBOL - Bi konsepta şerê AKP'ê re êrîşên pergala deshilatdarên ser jinan jî zêde bû. Hîna qêrînên ji ber bi îskencê qetilkirina gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) bilind dibe, vêcarê li Deneyê Figen Şahina hat girtin ji aliyê polîsan ve hat îskence kirin. Endama Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan Îpek Bozkurt diyar kir ku ev di Dadgehên Cezayê Navnetewî de sucê şere.
Li Tirkiyeya her diçe şer lê girandibe gund tên valakirin, êrîşî HDP'ê dikin, derketina kolanan qedexe dikin û nîha gelek sepandinên dişibin salên 90'an di aliyê çekdarî, derunî û siyasî de dê bixin meriyetê. Parçeyek ji konsepta şerê AKP'ê di çarçova 'ehlaq' yan 'namusê' de êrîşî ser bedena jinan dikin. Di 10'ê Tebaxê de li navçeya Gimgima Mûşê di çalakiyek rê birînê de gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) birîndar hat girtin, bi îskencê qetilkirin, bi erdê ve xirgandin û ji bo tehşîr kirinê bedena wê tazî kirin. Îskenca ku li Ekin hatî kirin rê li ber qêrînên mezin vekir. Di 23'ê yê tebaxê de jî li Edeneyê Figen Şahin dema hat girtin li qereqolê û di otobusên polîsan de rastî îskenca zayendî hat.
'Her dem şer ziyanê dide jin û zarokan'
Parêzera Dildara Platforman Rawestandina Cînayetên Jinan Îpek Bozkurt êrîşên ser bedena jinan û sucên şer ên ser jinan girt dest. Îpek da zanîn ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hikmeta demiya AKP'ê bi polîtîkayek qirêj pêvajoyek bixwîn dadespêkirin û wiha got: "Ji ber ku deshilatî bi encamên hilbijartinê ne razîbû ji bo wê topek agir xiste nava civakê."
'Ekin Wan hişmendiya mêran çiqasî ketiye binê erdê nîşan da'
Îpek balişand ser şerê xwestin ser bedena gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) rêvebibin û wiha domand: "Bi qetilkirina Ekin hişmendiya wan a qirêj derket holê. Ev tiştek gelek erjenge. Ev dide nîşandan ku hişmendiya mêran çiqas ketiye binê erdê. Ev diyalogek şerê ser bedena jinê tê kirine. Hinek sucên şerên di navnetewî de hatî diyarkirin hene. Di nava wan de xalên tiştên ne li gorî romet û vîna mirovan divê neyên kirin jî hene. Bi vî awayî qetilkirina Ekin Wan û îskencekirina cenazê wê sucê şere."
'Divê jin li hev bicivin'
Îpek ya ku divê pêvajoyê de jin bikin wiha anî ziman: "Di van 15 salên dawiyê de li ser vê erdnîgariyê tekoşîna jinan gelek pêşde çuye, li gel tevgera kurdan ji bo ku êdî zarok nemirin ne bi şer bi axaftinê çareserî pêşxistinê xebitîne. Dema ku jinên siyaseta sivîl dikin bi jinan re bên bahev ez bawerim dê tiştên gelek giring bikin. Ev ezmunek gelek zore. Ji bo li vî welatî dawî hatina şidet û nefretê divê em jin destê xwe bidin hev."
(zt)