Gulizar Tuncer: Serokomar suc dike divê bê darezandin
09:11
Oyku Dilara Keskin /JINHA
STENBOL - Parêzer Gulizar Tuncer şerê ku AKP'ê dayî despêkirin û sepandinên Serokomar Tayyip Erdogan wiha nirxand: "Heger qala suc bê kirin divê serokomar bê darezandin, ji ber li ber çavan makezagonan binpê dike. Dixwaze bêyî makezagonan bigire ber çavan guherînan bike. Dê tenê ne di Dîwana Mezin de bê darezandin, ji ber sucên şerê kirî dê di Dadgehên Cezayên Navnetewî de bê darezandin."
Bi şerê piştî hilbijartinan despêkirî re 98 herêm weke herêmên qedexe îlan kiriye û hewildide gundiyan ji gundên wan derxe. Bi polîtîkaya şer ya bi lez berdewam dikir re li Kurdistanê leşker û polîs jî sucên şer dikin. Parêzer Gulizar Tuncer diyar kir ku Serokomar Tayyip Erdogan sucên makezagonî dike, ji ber wê jî divê bê darezandin.
'Berpirsên serokomar sînorên xwe derbas dikin'
Gulizar da zanîn ku piştî encamên hilbijartinan ne bi dilê deshilatiyê bû Tirkiye vegerandin qada şer û ji derveyî makezagonan tevdigerin û wiha domand: "45 roj ji bo avakirina hikumetê dan AKP'ê. Paşê peyîwira avakirina hikumetê divê dewrî CHP'ê hatibana kirin Serokomar bi gotinên weke 'Ez peyîwirê nadim ên rêya sarayê nizanin' bi hişmendiya bi xwe rêveberiya dewletê zagon ser û bin kir."
'Konsepta şer ji aliyê deshilatiya AKP'ê ve bi awayê herî bi êş tê rêvebirin'
Gulizar destnîşan kir ku li Tirkiyê darbeyên sivîlan tên jiyankirin û wiha berdewam kir: "Deshilatiya AKP'ê weke ku li dijî darbeyanin xwe nîşan didan lê darbeyên sivîlan dikin. Lê ticarî ev darbeyên sivîl nanîn ziman. Di dema pêvajoya çareseriyê de jî her dem hewildida dem qazanc bike. Wê demê jî dema ku muxalîfan dengê xwe dikirin bi şidet mudaxele dikirin.Weke raperînên ji ber operasonên girtinên KCK'ê dixwestin bi xwînê bitefînin. Niha jî ser gelê kurd şerê vekirî daye despêkirin." Gulizar anî ziman ku bûyerên niha dikin salên 90'an tîne hişê mirovan û got: "Konsepta şer bi awayê herî bi êş bi valakirina gundan û înfazên bê daraz ji aliyê deshilatiya AKP'ê ve tê kirin."
'Heger darazek hebe divê Serokomar bê darezandin'
Gulizar wiha dom kir: "Li aliyekê biriyara şer daye li aliyê dinê jî dê biçe hilbijartinê. Dixwazin şidetê berdewam bikin. Di navendek şidetê de dê çawan biçin hilbijartinê ew nediyare." Gulizar bilêv kir ku vîna 6 miliyon welatiyên deng dane HDP'ê tine dihesibînin. Gulizar derbirî ku bi hincentên cuda gelek kes girtin binçavan û wiha pêde çu: "Heger qala suc bê kirin divê serokomar bê darezandin, ji ber li ber çavan makezagonan bipê dike. Dixwaze bêyî makezaginan bigire ber çavan guherînan bike. Êrîşî gelê kurd dike, girtinên binçavan zêde dike û ceza dike."
'Bertekên ser cenazê leşkeran bertekên berevajiyê şovenîzmê ne'
Gulizar destnîşan kir ku cardnin salên 1990'an dubare tên jiyîn û wiha domand: "Di salên 90'an de gelê kurd bitenê bûn, tiştên gelê kurd jiyan kirî nedihat zanîn û bihîstin. Niha xwediyê rêxistina gerila ya di Rojhilata Navîn de herî mezin a ji bo azadiya hemû gelan tekoşînê dikin ne. Her tiştên tên jiyîn mirov dibihîsin û tên lêpirsîn kirin. Bertekên ser cenazên leşkeran berevajîkirina şovenîzmê nîşan da. Li aliyekê ditirsin. Hem jî dizanin êdî dawiya wane, ev êrîş jî ji xwe nîşaneyên wêne. Cara yekeme serokomarek rêxistina xwe çêdike. Ev jî tirsa wî dide nîşandan. Heger em li gorî zagonan biçin sucên gelek giran kiriye. Dê tenê ne ji aliyê Dîwana Bilind ve bê darezanidn, sucê şerê ku kirî divê di Dadgehên Sucên Navnetewî de bê darezandin."
(zt)