Doza Ozgecan Aslan dest pê kir jin li ber dadgehêne

13:38

JINHA

EDENE - 2'emîn Runuştin Doza 3 kesên ku li Tarsosê Ozgecan Aslan qetilkirine li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsusê hat dîtin. Bi hezaran jin bi slogana "Edeleta mêr ê na bi edeleta rastî" qîr dikin.

Li navçeya Tarsus a Mersînê xwendevana zanîngehê Ozgecan Aslana 20 salî ku di 11'ê Sibatê de winda bûyî demek şunve laşê wê şewtandî li ber newalekê hatibu dîtin, li hember tecavuzê li ber xwe dabû û bi wî awayî hatibu kuştin paşê şewitandin. Li hemberî vî wayê qetlilkirinê bertekên mezin derketin. 2'emîn Runiştina Doza Bersucên Ozgecan Aslan qetil kiribûn Ahmet Suphi Altindoken, Necmettin Altindoken û Fatih Gokçe li 1'emîn Dadgeha Cezayê Girana hat dîtin. 1'emîn Runiştina dozê jî di12'ê Hezîranê de hatibû dîtin.

2'emîn Runiştina Dozê dest pê kir. Li tevahî Tirkiyê gelek parêzer rûniştina doza Ahmet Suphi Altindoken, û hevalewî Fatih Gokçe bi îddeayê "Erîşên zayendî " tên darazandin şopandin. Bersûc Ahmet Suphi Altındoken Edene, dê bavê wî Necmettin Altindoken û hevalê wî Fatih Gokçe jî ji gîrtîgeha Osmaniyê bi sîstema deng û dîmen (SEGBIS) tevlî dadgehê bivin.

Jinên hatin ber dadgehê qir dikin dadê dixwazin. Endama Platforma Rawestandinên Qetilkirinên Jinan û gelek jin bi pankarta "Ozgecan Aslan raperîna me ye" û wenê jinên hatine qetilkirin vekirin. Jin li ber dadgehê slogana 'Edaleta merê na edaleta ji dil' qîr dikin û diyar kirin ku bila kujerên jinan bi cezayê giran bên darezandin û bila zagona Ozgecan derkeve.

(ba/zt)