'Dê yên fermana derhiquqi li Cizrê dane û yên xistine meriyetê bên darezandin'

09:20

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED - Endama Komisyona Mafê Jinan a İHD'ê Hatice Demir diyar kir ku li Cizrê mafê mirovan ên gerdunî jiyan, tenduristî, gihandin û ewlelhiyê ji destê wan hatiye girtin. Hatice da zanîn ku dê li hember van hemû bêmafiyan serî li rêbazên hiquqî bidin.

Bi qedexeya derketina kolanan re dibin dorpêça polîs, leşker, tîmên tayîbet û sekvanan de her tiştên ku li kolanan dixweyî dihatin gulebaran kirin. Di gulebaranan de ji 21 welatiyan zêdetir jiyana xwe jidest dan. Gelek ji wan jî dema ku birîndar dibûn ji ber nedikarîn zu bigihînin nexweşxanê jiyana xwe jidest didan. Dê rêxistinên mafê mirovan bêmafiyên di 9 rojên dorpêça Cizîrê de hatine kirin bên guhastina darazê. Endama Komisyona Mafê Jinan a İHD'ê Hatice Demir destnîşan kir ku ji roja despêkê heya niha wan îtirazên xwe kirine û wiha got: "Weke parêzvanên mafê mirovan birastî jî metirsiyên me hebûn, ji ber li wê nêzî 150 hezar sivîl dijîn, hemû ji aliyê sekvanan û tîmên tayîbet ve raste rast dihatin gulebaran kirin. Ji ber jiyana sivîlan xetereyê debû metirsiyên me zêdebûn."

'Li Cizîrê mafê jiyanê hat gaspkirin'

Hatice bilêv kir ku li Cizîrê mafê herî rewa mafê jiyanê hatiye binpêkirin û wiha domand: "Gihiştina birîndar û nexweşyan a nexwşxanê hatiye astengkirin, ev bi temamî îskenceye. Li Cizîrê mafê mirovan ê gerdunî mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Azadî û ewlelhiya mirovan hatiye binpêkirin. Heyetên ku bi niyetên aştiyê çune li wê dîtine jin bi êrîşên giran re ru bi ru mane. Mafê mirovan ê kombûn, xwepêşandan û azdiya romanê hatiye hatiye binpêkirin."

'Yên fermanên derhiquqî dane û yên xistine meriyetê dêbên darezandin'

Hatîce derbirî ku di demên şer de jî hedefgirtina sivîlan suce û wiha berdewam kir: "Yên li Cizîrê şer kirine Walî jî derbas kirine ji Wezîrê Karê Hindir ferman girtine û suc kirine. Hêzên tayîbet fermanên weke 'hundikarin her tiştî bikin, her derê hilweşînin em li peyî wene' girtine. Li gorî darezandinên ceza dema ku tiştên derhiquqî kiribin suce. Dema ku fermanên derhiquqî bên dayîn dê peyîwirdarên li wê jî têxin meriyetê. Dê li gotî hişmendiya 'Walî destur daye em dikarin her tiştî bikin' bikin. Ji xwe ev bi serê xwe suce."

'Hewildidin pêşiya hevgirtina kurdan bigirin'

Hatice anî ziman ku di serî de Cizîr li her deverên qedexeya derketina kolanan dane di serî de hemû alavên gihandinê qut kirine û wiha dom kir: "Bê ti sedem hebe bi darbeyê dixwazin bêyî ku xeberê wan ji hev hebe, ji bo hev negirin pêşiya wan digire, ve jî derhiquqî ye. Emê di vê derêbarê de ya pêwîst bikin. Niha li hember mafên herî xwezayi yên weke civîn û xwepêşandanan jî mudaxele heye. Li Tirkiyê dema ku meşek aştiyane bê kirin li gorî wan yekîtiyê têk dibe, lê lînckirina mirovan hizur û aramiya kesê xiranake. Êrîş berdewam dikin. Li aliyê dinê deshilatiya alîkariya vê dike heye, ji ber wê jî tê dîtin dê hîna berdewam bike."

(zt)