Beyhan Gunyelî: Divê demildest AÎHM heyet rê bike û tişta ku pêwist be pêk bîne
09:15
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Endama Şaxa ÇHD'ê ya Edeneyê Beyhan Guneyli ku li Cizîrê lêkolînan kir, dîmenên dijmirovahî ku dît vegot. Beyhan da zanîn ku divê ji bo Cizîrê heyet bên avakirin û got divê AÎHM demildest heyetek rê bike û tişta ku pêwist be pêk bîne
Endama Şaxa ÇHD'ê ya Edeneyê Beyhan Guneyli ku yek ji 30 parêzerên herêmên Tirkiyeyê çûn Cizîrê ye dema ku çû Cizîrê û piştî vegerê dîmenên ku li herêmê dît vegot. Beyhan anî ziman ku Kurdistan di bin dorpeçkirina polîsan de ye û wiha got: "Hemû riyên ku diçin Cizîrê hatine girtin û li her kîlometreyê barîkatek hatiye avakirin. Dema em li dûr bûn jî me rûyê şer ê bi tirs hîs dikir. Di hemû duzergahê de; akrep, maşîneyên zirxî, doma, tîmên taybet, leşker û polîs bi cih bibûn. Ev yek nîşaneya ku li herêmê rewşek awarte ya taybet hatiye avakirin e. Ji Cizîrê dema 50'î kîlometre ma derbasbûa me hat astengkirin û li gel ku me bi saetan bi rayerdaran re axivî destûr nedan ku em derbas bibin.
Beyhan diyar kir ku piştî destûr nehatiye dayîn ku derbas bibin wan berê xwe dane çiyayan û ji wê derê derbasî Cizîrê bûne û wiha dom kir: "Me bi zehmetiyan ji girên 4 barîkat hebûn derbasî Cizîrê bûn. Tişta ku bi me re hêstiyarî çêkir jî ew bû ku gundî ji her duzergahên ku em derbas dibûn, av, nan û tirî didan me. Bi vî awayî em 12 km meşiyan. Piştre li wê derê hin welatiyên ji gundên din hatin û bi maşîneyan heta Îdilê me birin. Piştî Îdilê dîsa em derketin rê."
'Li Cizîrê ez rastî cihekî qetlîamê hatim'
Beyhan da zanîn ku dema ew gihîştine Cizîrê jî dîmenê ku ew rastî hatine wekî cihê qetlîamê bûye û wiha pêda çû: "Her der hatibû hilweşandin û di nava xwînê de bû. Xwîna zarokê 12 salî yê hatibû qetilkirin hêjî li erdê bû. Dema em çûbûn qedexebûna derketina derva rabibû. Her kes derketibû derva û pirsa rewşa xizmên hevdû dikirin. Li kolanan lorik, zêmar û hêr bibû wekî şêl e. Dema dayik me dîtin gazinca heta niha hûn li ku derê bûn li me kirin. Her kes pir tirkiyabû û bi rastî jî li kolanên Cizîrê dîmenek bi tirs hebû. Jin tahrîbatên li malên xwe dixwastin nîşanê me bidin. Dema em diçûn malên wan jî cihê ku gule lê neketibû nemabû. Dayik ji me re gotin 23 welatiyên me yên ku hatine qetilkirin PKK nîn e. Ên ku digotin kî 23 sivîlan qetil kiribe dê hesabê wê bide. Dayikek wêneyê zarokê xew yê ku yek sal û nîv bû nîşanê me da û got 'dema zarokê min di hembêza min de bû ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin, terorîst ez im an jî pitika min e?'"
'Dema ez mezin bibim ez ê biçim serê çiyê ji xwe me qetil nakin?'
Beyhan da zanîn ku ew ji zarokekî 4 salî ku serê wî ji ber birînê pêçahî bûye pir bi bandor bûye û wiha vegot: "Çavên wî bi tirs mêze dikir. Bala min kişand min jî jê re got were gel min em biaxivin. Bersiva 'ew êdî nikare biaxive' dan me. Min jî pirsa çima dema kir gotin 'parçeyê bombayê ku avêtine mala wan li serî wî ketiye û ew jî ji wê rojê de ji tirsana naxive. Ev yek jî min û hevalên mi gelek xemgîn kir."
Beyhan tirsa di çavên zarokan de wiha vegot: "Ez rastî zarokek hatim û ji min re got 'Dibistana me jî gulebaran kirin' Min jî dema pirsa tu mezin bibî tuyê bibî çi jê pirsî ji min re got 'Ez dema mezin bibim ez ê biçim serê çiyê' Min jî jê re got ger tu biçî çiyê tu yê bimirî, wî jî bersiva 'Ji xwe me dîsa dikuşin' da. Ev yek jî nîşaneya ku van zarokan çima diçin çiyê ye. Bi rastî jî dîmenek pir bi êş li pêşberê me bû. Min û hemû hevalên xwe bi rastî jî vî tiştî baş fêm kir, êdî bê xwestin jî tu tişt wekî berê nabe û dê zarok bi vê travmayê mezin bibin. Dê hewl bidin tol êhildin"
'Gelê Cizîrê dibêje em ji şer û aştiyê re jî amade ne'
Beyhan anî ziman ku li gel ewqas êşî dê berxwedana gel di her mercî de berdewam bike û van tiştan got: "Gelê Cizîrê di salên 90'î de li ber xwe da û niha jî hişmendiya vê berxwedanê dijîn. Li Cizîrê hemû welatiyên ku em rastî wan hatin alîgirên aştiyê bûn. Dê gelê Cizîrê li hemberî pêkanînên ku pêk hat serî netewînin. Kolanên Cizîrê wekî yên Kobanê bûn. Ji bo xwe ji sekvanan biparêzin çarşevê daliqandibû."
'Banga tişta hiqûqî çibe pêk bê hat kirin'
Beyhan da zanîn ku ew wekî hiqûqvanek û mirovek tiştên ku li Cizîrê hatiye jiyîn rewşek ku bê qebûl kirin nîn e û wiha bi dawî kir: "Divê demildest ji bo Cizîrê eyet bên rêkirin û lêkolîn bên kirin. Tişta ku hatiye jiyîn tu cihê wî di mirvatiyê de nîn e. Divê AÎHM demildest heyetek rê bike û tişta pêwist çi be pêk bîne. Tiştên ku li Cizîrê hat jiyîn di tu mirovatiyê de cihî w înîn e."
(go)