'Adelet çanda jinê ye'
09:57
Rûksen Efrîn- Şevîn Şivan/ JINHA
QAMIŞLO - Li Rojava xebatê Dadgeha Civakî bê navber didome, derbarê xebatê de Rêvebera Meclîsa Biryarê ya Dadgehê Zozan Alalî agahî dan û diyar kir ku bi armanca bi rêxistinkirin û çareserkirina pirsgirêka civakê ew dadgeh di sala 2011'an de avakirine û xebatê xwe bê navber didomînin. Zozan got: "Bi pêşengtiya jinê li Rojava civak wê bighêje wekheviyê."
Piştî şerê li Rojavayê Kurdistanê xebatên avakirina xweseriya demokratîk bê navber didomin. Yek jî ji lingê bingehîn a civakê dadgeha civakî ye. Derbarê xebatê dadgehê de Rêvebera Meclîsa Biryarê ya Dadgeha bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê Zozan Alalî agahî da û diyar kir ku ew ji bo civakek demokratîk û xweser xebatê xwe didin meşandin. Zozan anî ziman ku ew ji bo rêxistinkirin û çareserkirina pirsgirên civakê bi pêşengiya jinê xebat didin meşandin û wiha got: "Ji ber aloziya şer a li Rojava gelek pirsgirêk di nava civakê de pêşket. Bê guman rêbazên çareseriya demokratîk gelekin û ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî bi rêbazên demokratîk me dadgeha civakî avakir."
'Lijneya lihevhatinê afrîneriya gel a demokrasiyê pêş dixe'
Zozan diyar kir ku ew di sala 2011'an de 9 navenden dadgehên civakî li bajarên cuda avakirine û wiha domkir: "Di serî de li bajarên Qamişlo, Serêkanî, Hesekê û bajarên din dadgehê civakê hatin avakirin. Girêdayî xebatê dadgehê lîjneya lihevhatinê jî li hemû bajaran bi aweyek koordîne hatin avakirin. Bi avakirina lîjneya lihevhatinê xebatên dadgehê civakê jî hêsan kir û karî bi riyê komînan xwe bighîne her deverê civakê. Lijneya lihevhatinê ji gel pêk tê û gelek pirsgirêk bêy ku bighêje dadgehê di nava xwede çareser dikin. Ev rêbaz afrîneriya gel a demokrasiyê pêş dixe."
'Adelet çanda jinê ye'
Zozan behsa rola jinê di dadgehê de jî kir û wiha got: "Di despêkê avakirina şoreşê de jin bi aweyek aktîf cihê xwe di nava berxwedan û xebatê înşakirinê de girt û ji bo tevahî cîhanê bû mînak. Adelet çanda jinê ye. Ji ber vê yekê ê ku vê civakê bi aweyek demokrat bi rêvebibe û avabike jine. Di dadgehê de jin cihê xwe di nava qada giştî a dadgehê, dîwana dadgehê, meclîsa dadgehê, arşîv û hemû beşên dadgehê de digre û bi rêvedibe. Her wiha ji bo parastina mafê jinan me 33'ê xalên wek zagon daye diyar kirine." Zozan da zanîn ku jin gelek pirsgirêk di binesaziya xweser de çareser kirine û wiha domkir: "Di civîna xwe de me dît ku ji 409 pirsgirêkên derketî jin di sê heyvan de 300 pisgirêk çareser kirine. 109 pirsgirêkên heyî jî li bendê çareseriyêne xebat tê meşandin."
'Civaka ku nikaribe xwe bi rêvebibe adeleta wê jî pêk nayê'
Zozan behsa girîngiya adeleta civakê kir û wiha pêde çû: "Em dixwazin li Rojava adeletê civakî bi vîna gel pêkbînin. Ji ber civaka ku nekaribe xwe bi rêvebibe adeleta wê jî pêk nayê. Ji ber vê em vîna gel esas digirin. Armanca me hilweşandina sistema dewletê ye. Bi avakirina komîte û lijneya lihevhatinê rêbazên me ên demokratîk dikeve dewrê. Ev rêbaz me nêzî civakê dike û dihêle ku em ji nêzve pirsgirêkan bişopînin."
(rc)