'Ên ku sucê şer li hember Kurdan pêk anîne divê bên darizandin'

10:48

Vîldan Atmaca -Medya Cebe / JINHA

WAN - Parêzera Şaxa MHD a Wanê Nazli Polat destnîşan kir ku, polîtîkayê şer ya AKP'ê li dijî huquqê ye û got divê derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, welî û mûdîriyetê emniyetê de lêpirsîn bê despêkirin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û serkanên wî piştî ku encamên ji hilbijartina 7'ê Hezîranê hêvî dikir bi dest nexist, bi kiryarên ji salên 90'î û wir ve li dijî gelê Kurd şer da despêkirin. AKP'ê bi biryarê şer pêvajoya çareseriyê a ku sê sal berdewam dikir bi dawî kir. Qadên gerîlla bombebaran kir, hevserokên şaredariya hatin girtin, gelên sivîl tên qetilkirin û îşkencekirin. AKP'ê her wiha ji bo hilbijartina 1'ê Mijdarê ketiye hesabên 'ka ez ê çawan vê hilbijartinê bi serbixim' û li herêmê kaosê kur dike. Hikûmeta AKP'ê hemû alîgirên aştiyê daye pêşbirê xwe û bêfikar êrîş dike. Parêzera Şaxa MHD a Wanê Nazli Polat destnîşan kir ku polîtîkayê şer ya AKP'ê bi temamî li dijî huquqê ye û got Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi gotina 'eger we 400 parlementer dabana wê ev yek neba' kiryarên xwe ên suc raxist berçavan.

'Waliyên ku îhlalê zagonên bingehîn kirine jî dê bên darizandin'

Nazli da zanîn ku qedexeya derketina kolanan û îlankirina 'Herêmên Taybet ên Ewlehî' bi fermana welî hatine dayîn û wiha got: "Walî dema ku qedexeya derketina kolanan îlankir xwe spart Zagona Îdareya Bajêr a hêjmara 5442 ya xala 11-C yê. Dema ku em wê xalê ango maddê lêkolîn dikin, em dibînin ku tu eleqeyê walî bi fermanek wiha nîne. Xalek bi temamî şêlo ye. Ev tê wê wateya ku; walî bi însiyatîfa xwe ê keyfî dikare fermana bide. Ev pratîkên keyfî dibe sedema îhlalkirina zagonê bingehî û makeqanûnî. Dê rojek bê û lêpirsîn derbarê welîde bên vekirin. Li ser van xalan nêrînên me hene û em medyayê dişopînin, di serî de Cizîr û bi sedan herêm bin navê 'ewlekarî' û OHAL şer tê rawe kirin. Li cihên ku Herêmên Taybet a Ewlehî û OHAL tê îlankirin, welatî ji mafên tenduristî, jiyan û raghandinê bê par tên hêştin."

'Hevpeymanên navnetewî tên îhlal kirin'

Nazli diyar kir ku 'mafê ewlehî' a ku di hevpemanên nevnetwî derbas dibe ji aliyê AKP'ê ve hatî îhlal kirin û wiha got: "Ev îhlalkirin bi destê welî tên kirin. Li şûna ku TBMM hebe çima welî biryar didin? Ma sazûmanên huquqî li herêmê Kurdan avakirin? Rewşa li holê vê yekê îfade dike; li dijî Kurdan 'Zagona li Dijî Terorê Têkoşîn' tê meşandin. Dixwazin li gorî vê huquqê xwe diyar bikin. AKP'ê bi sazûmanên xwe ên huquqî di bîra civakê de Kurdan her dem wek 'terorîst' dide nîşan û îlan kirin û kuştinan bi vî aweyî rawe dike. Huquq ji hev hatî qutkirin yek welatiyê asayî ya din jî 'terorîst' e. Ji bo welatên asayî huquqê ku hatî diyar kirin tê pêk anîn û li hember Kurdan ên ku wek terorîst dibîne huquqê din dixe dewrê. Ev yek jî li gorî hevpeymanên navnetewî rewşek terse."

'Divê suçdar, rayedarên dewlet û hikûmetê bi aweyek lezgîn bên darizandin'

Nazli destnîşan kir ku li Tirkiyê ên hatine pewirdarkirin ji ên hatine hilbijartin zêdetir tên muxatab girtin û wiha got: "Hevserokên Şaredariyan piştî binçavkirinê erkê wan tê rawestandin. Ev kesên ku hatine hilbijratine. Li cihê ku hatine hilbijartin gel wan wek nûnerê xwe dîtine û hilbijartine. Lê mixabin li vî welatî kesên hatine pewirdarkirin ji kesên hatine hilbijartin girîngtir tê dîtin." Nazli anî ziman ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan Kurdan wek tehdîdek dide nîşandan û wiha pêde çû: "Dixwazin gelê Kurd bi tundî û şer biperçiqînin. Armanca dewlet û hikûmeta AKP'ê bi tenê serê xwe bûyîna îqtîdare. Divê derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, welî û mûdîriyetê emniyetê de lêpirsîn bê despêkirin. Ji ber ku bi aweyek vekirî sûcê zagonê bingehîn pêk tînin."

(rc)