Nazli Duman serbest hat berdan
17:41
Cotmeh
15
/ 2015
JINHA
RIHA - Nazli Duman a bi îdiaya wekî ku qatlîama Pirsûsê plan kiriye li Nisêbînê hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê hate berdan.
Xebatkara Navenda Çandê ya Mîtanniyê Nazli Duman a bi îdiaya qatlîama Pirsûsê plan kiriye beriya 3 rojan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Piştî îfadeya Nazli girin wê derxistin dozgeriyê û ji wê jî sewqî 2'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê hate kirin.
Nazli ji aliyê dadgehê ve bi şerta kontrola edlî hate berdan.
(zt)