Kesên êrîşî Kemal Ordek kirin derdikevin dadgehê

15:58

JINHA

ENQERE - Aktivîstê LGBTÎ Kemal Ordek piştî rastî şîdeta sê mêrê homofîbîk hatbû serî li dozgeriyê dabû. Lêpirsîn bi dawî bû û êrîşkar di 27'ê cotmehê de wê werin dadgeh kirin.

Serokê Komele ya Sîwana Sor ya Zayenda Tendirustî û Komeleya Mafê Mirovan Kemal Ordek di 5 Tîrmeh 2015' de nîvê şevê li mala xwe ya Enqerê ji aliyê sê merê homofobîk ve rastî şiddet û tecavuzê hat. Piştî wê polîs êrîşkar binçav kirin û birin qerekolê. Li ser vê yekê êrîşkar piştî ku hatin berdan cardin Kemal bi gotinên wek "Em mala te dizanin, piştî me serbest berdan êdî em dizanin ku çi bikin" tehdît kirin. Kemal li ser vê yekê serî li dozgerî da û derbarê êrîşkaran de sûcê; êrîşê wesf a zayendî, kesê ji azadbûna wî bêpar heştin , bi qestî birîndar kirin, dizî, tehdit û ji haqaret ê doz hat vekirin.

Runiştin 27'ê Cotmehê ye

Runiştina yekem a dozê 27'ê Cotmehê roja sêşem saet di 11.00'dan de li Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê were dîtin. Kemal ji bo piştgiriya jinên trans û karkerên zayendî bang li hemû kesî kir ku roja dodgehê bicivin û tevlî dozê bibin.

(ha/rc)