19'de mertalên zindî serbest hatin berdan

13:43

JINHA

AMED - Li taxa Sîsê ya navçeya Licê a Amedê ku 19 mertalên zindî hatibûn bin çavkirin serbest hatin berdan. Her wiha ciwanê bi navê M.A (17) dema ku ji dibistanê diçû malê, bi hinceta ku destê wî qirêj e ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin, piştî binçavkirinê hat girtin.

Li taxa Sîsê ya Licê a Amedê mertalên zindî bi armanca pêşiya operasyona leşkerî û êrîşa li hember "Şehîdgeha Şehît Amed û Şehît Hêvîdar" bigirin xwastin biçin herêmê. Mertalên zindî ên ku di dema nobetê şehîdgehê de hatin binçavkirin û birin Fermandariya Candirmeya Navçeya Lîcê. Bi daxwaza girtinê wan sewqî dadgehê kirin, piştî wê li dadgehê tên berdan.

M.A. hat tehliyekirin

Her wiha roja 13'ê cotmehê M.A. (17) ji dibistanê derket û ber bi malê ve diçû ji hêla polîsan ve hatibû rawestandin û bi hinceta "destê wî qirêj e" hatibû binçav kirin û ji hêla dadgehê ve hatibû girtin. 4. Dadgeha Cezaya Sulhê îtiraza girtina M.A. nirxand û biryara tehliyeyê da.

(ha/rc)