Di roja li Dilek Dogan xistî de bi lez lêpirsîn vebû
12:38
JINHA
STENBOL - Di roja ku ser mala Dilek Dogan operason kirin û polîsan ew gulebaran kirî de lêpirsîn hat vekirin. Lê di derbarê polîsan de hîna ti tiştek nehatiye kirin.
Di roja ku ser mala Dilek Dogan a 25 salî operason kirin û polîsan ew gulebaran kirî de lêpirsîn hat vekirin. Parêzera Buroya Hiquqê Ebru Timtik di derbarê mijarê de got: "Dema ku me di derbarê polîsan de gilî kirî, me dît ku di derbarê Dilek de lêpirsînek hatiye kirin. Dîrok 18'ê cotmehê bû. Yanî tam piştî gulebaranê bi çend saetan lêpirsîn vekirine. Lê yên Dilek gulebaran kirine hîna çeka wan di destê wan denin û li ser peyîwirê ne. Bavê Dilek Metîn Dogan polîsê keça wî gulebaran kirî dinase. Polîsê ji doza îskencê tê darezandin ê leqabê wî karadayi ye... Em niha navê wî diyar nakin, emê li benda tespîtên dozger bimînin."
(zt)