Jinên parêzer 1'ê Mijdarê ji bo parastina sindoqan li qadanin
10:42
JINHA
AMED/ ENQERE - Ji hilbijartinê re saet mane, di aliyê parastina sindoqan de parêzer amadekariyan dikin. Parêzerên jin diyar kirin ku ew di hilbijartinek qirîtîk re derbasdibin, ji bo wê jî dê weke parêzerên jin li her derê parastina sindoqan bikin.
7'ê Hezîranê ji ber ku AKP'ê hêviya xwe nedît ji bo "diktatoriya xwe ya yekane" bixe garantiyê çu hilbijartinên 1'ê Mijdarê, dê saziyî û komeleyên demokratîk dest bidin hev û bi hev re bixebitin. Parêzerên jin ên ku alîkarî didin HDP'ê şiyariya "Hiquq ji me" kirin û dan zanîn ku dê roja hilbijartinê ji parêzerên mêr zêdetir li qadan bin û sindoqan biparêzin. Parêzer Ceren Şimşek destnîşan kir ku di nava şer de hilbijartin pir bi ewle nîne û wiha domand: "Ji bo parastina sindoqan weke parêzerên jin çî ji destê me bê emê bikin. Lê şer ne tenê li hinek herêmên diyarin, li her deverêye. Ji bo wê jî em giringiyê didin ewlehiya hilbijartinê. Dema hilbijartinê hewayek gelek tevdayî li benda meye. Ji ber ku dê AKP sindoqan vala nehêlin. Ji bi dizîna dengan çî ji destê wan bê dê bikin. Emê parêzer li her kolanê li peyî dengan bibezin." Ceren bang li her kesê kir ku dengê xwe di aliyê aştî û azadiyê de bixebitînin.
'Hilbijartina jinan a anîna aştiyê'
Parêzer Atiye Arikan anî ziman ku divê her kes di ferqa cidiyeta şer de dengê xwe bikarbînin, di dema hilbijartinê de li dengê xwe xwedî derkevin, li ser peyîwirê bin û wiha berdewam kir: "Em jin di ferqa rolê xwe yê dîrokî de li ser peyîwirêne. Ji ber ku di asta yekem de mexdurê şer emin. Giringiya gel a çuna ser sindoqan di pêvajoya dinê a dengdanê de diyar bû. Em bi hilweşandina bendê hatin. Dibe ku êdî pirsgirêka me ya derbaskirina bendê nîne, lê ji bo rawestandina şer û despêkirina muzakereyan divê her kes dengê xwe bide bihîstin. Ji bo wê jî divê jinên veguhêzên aştiyê zêdetir rol bigirin û ji bo bilindkirina vê şîarê qêrînên xwe bidin bihîstin."
'Hilbijartina 1'ê Mijdarê bi metirsiye'
Parêzer Saliha Şahin jî diyar kir ku ew di pêvajoyek a hilbijartinan a qiritîk re derbasdibin, ji bo wê jî metirstî hene û got: "Li Kurdistanê pêvajoya şer heye. Di heman demê de qirkirina Enqerê heye. Ji bo wê jî metirsîdare." Saliha da zanîn ku dê li hemû buroyên navend û navçeyên HDP'ê masê qirîzê avabikin, li ser lîsteya ku amadekirî xwe bigihînin kesan û wiha domand: "Emê di aliyê hiquqî de bi her awayî alîkariyê bidin."
'Emê 100 parêzer peyîwirê bigirin'
Bi navê Komeleya Hiquqvanên Mezopotamiya ya Amedê (MHD) ê ji bo HDP'ê YSK yê 100 parêzer peyîwirdar kirine. Hevseroka Şaxa MHD'a Amedê Parêzer Meral Atasoy di derbarê xebatên xwe de agahî da. Meral destnîşan kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji bo dibin bendê de hêlana HDP'ê provakasyon hatin kirin û wiha berdewam kir: "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nêzî 200 parêzeran hatin peyîwirdarkirin, di wê pêvajoyê de tengasiyên cidî çêbûn. Di dema komkirina dengan de wesayîtên bê pîlaqe ketin dewirê û tindiyên din hatin jiyîn. Me weke endamên MHD'ê heya dawiyê mudaxeleyî van rewşan kir û heya hilbijartin qediya em ji herêman cuda nebûn."
'Em li dengan xwedî derkevin'
Meral wiha pêde çu: "Demên berê em parêzerên peyîwirdar me gelek tengasî kişand. Di aliyê muhatapbûnê de pirsgirêk derdiketin, sepandinên keyîfî dihatin kirin. Ji bo ku ew pirsgirêk carekdinê neyên jiyandin li navend û navçeyan ji aliyê YSK a yê ve 100 parêzerên me hatine peyîwirdarkirin. Roja hilbijartinê heya ku dengdan neqede, divê kes ji ser sindoqan bi ti deverê ve neçe û şopdarên torbên dengan bin. Di hilbijartina derbasbûyî de me birîna elektirîkê û hîleyên weke wê dîtin. Her kesên ku deng didin divê li dengê xwe xwedî derkevin. Divê her kesên ku dengê xwe didin li ber sindoqa ku lê deng dayî raweste heya dawiya jimartina dengan, ew mafeke divê li mafê xwe xwedî derkeve, kes nikare vê asteng bike. Her dem polîs hewildidin astengiyan derxînin, lê her hilbijêr xwediyê mafê ku li sindoqa dengê xwe bikaraniyê heya dawiyê şopandiyê ye. Divê hilbijêr di ferqa vî mafê xwe de be. Li ser HDP'ê lîstok hene ji bo wê jî weke 7'ê Hezîranê divê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî her kes li dengê xwe xwedî derkevin."
(zt)