Doza Deger Deniz di 3'ê yê Mijdarê de li Çaglayan ne

11:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Dê di 3'ê yê Mijdarê de doza Muzîsyen Deger Denizê hatî xeniqandin li Dadgeha Çaglayan ê bê dîtin.

Dê di 3'ê yê Mijdarê de doza Muzîsyen Deger Deniz ê ji aliyê zarokê 17 saliyê bi navê C. M ve hatî xeniqandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Çaglayan ê bê dîtin. Runiştina dozê ya ku di saet 13.30'an de despêdike dê girtî berdewam bike. Medyaya navendî muzisyen Deger Deniz weke jinek ji ber bi tenê dijî rexne dikin, dixwazin cardin qetilkirina jinan weke megazîn bidin, emniyetê jî ev bûyer weke bûyerek ji rêzê bi dizîna telefonekê dan. Di dosiyeya lêpirsînê de ji ber kêmbûna delîlan heya niha rastî nehatiye zelal kirin. Malbata Deger gotin: "Ji bo cezayê herî giran bê dayîna qatîlên jinan ya ji destê me bê emê bikin." Di 3'ê yê Mijdarê de dê runiştina dozê li Çaglayan bê dîtin.

(zt)