27 sal ceza ji îstîsmara zayendî re hat birîn

17:47

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Cemal Y. ê ku li nexweşxanê li zarokek 4 salî îstîsmara zayendî dikir hat girtin. Bi hinceta 'wesfa îstîsmara zayendiya azarokan' 27 sal ceza lê hat birin.

Jina bi navê S. A ya li Stenbolê rûdine ji bo zaroka xwe tedawî bike bir nexweşxanê û li nexweşxanê bijîşkan got ku ger zarok li nexweşxanê tedawî bibe li ser vê yekê S. A ji bo amûrên ji malê bîne çû malê. Zaroka xwe ku teslîmî Cemal Y. yê nasnak kir. Cemal Y. dema îstismara zayendî li zaroka 4 salî dikir ji aliyê xebatkarê nexweşxanê ve hat girtin.

Li serlêdana xebatkarê nexweşxanê Cemal Y. hat girtin û zaroka duçarî îstîsmara zayendî mayî jî şandin Yûrda Mala Zarokan û Hiskirinê ya girêdayê Wezîriya Politikayên Civak û Malbatê. Li 16. Dadgeha Giran a Stenbolê bi hinceta 'wesfa îstîsmara zayendiya azarokan' doz li Cemal Y. vebû.
Cemal Y. çiqas inkar jî bike, rapora Tiba Edlî derxist holê ku C.Y îstîsmara zayêndî li zaroka 4 salî kiriye û li doza C.Y di 3'ê Mijdarê de hat dîtin dozgerî 27 sal ceza li C.Y birî.

(ha/zt)