Saleke qatîlê Kader nehatiye dîtin
10:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hîna qatîlê Kader Ortakaya ya ku dema ji bo beşdariya berxwedana gelê Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ'ê li ser sînorê Pirsusê re derbaz dibû hatî qetilkirin nehatiye dîtin.
Kader Ortakaya dema ku ji bo tevlîbûna berxwedana Kobanê ket ser rê li ser sînor guleyek li serê wê xistin û qetilkirin, salek derbazbû hîna qatîlê wê nehatiye dîtin. Di dosiyeya Kader de li gel îfadeyên şahidê bûyerê yên weke "sekvanan ew hedef girtin û gulebaran kirin" jî nivîsên dinavbera burokrasiya leşkeran û emniyetê de derbas nake. Li gorî agahiyên parêzeran dayî ev saleke gumanbar nehatiye tespîtkirin.
Dîmenên wê demê nehatin dîtin. dozgerî dibêje: "Wê rojê kîjan çek hatin xebitandin?" Qereqola Sînorê Murşitpinarê jî bersiva "Çekên me nayên dîtin. Wê demê bombeyên gazê hatin xebitandin" dan. Parêzeran roja ku Kader hatî qetilkirin gelek şehîdên dinê jî hatin sînor, gelek polît û leşker wê demê li serî sînor bûn bibîrxist û got: "Diyar kirina wê demê kê gulebaran kiriye weke ku dîtina wê zore."
Piştî qetilkirina Kader Ortakaya daxuyaniya Qeymeqamê Pirsusê wiha bû: "Teqez leşkeran çek kar ne anîne. Gule ne berdane. Teqez ser sînorê me tiştek wiha nehatiye jiyan kirin."
(zt)