Parêzerên doza Cizîrê: Daraz li ruyê deshilatiya siyasî dinêre û wiha biriyar dide

09:04

Oyku Dilara Keskin/ JINHA

STENBOL - Girêdayî doza Cizîrê ya di salên 90'an de 21 sivîlan jiyana xwe jidest dayî di navê de Albay Cemal Temizoz jî heyî 8 endamên JİTEM'ê hatin beratkirin, parêzera dozê Emel atakturk daxuyanî da û got: "Darazên ceza yên li Tirkiyê bi civakê re nayê ru bi ru kirin. Bê cezabûn ji destan tê dayîna destan. Bê cezabûn weke mîrasekê tê dewirgirtin, daraz jî li ruyê deshilatiya siyasî dinêrin û wiha biriyarê dide."

Li Tirkiyê di salên 90'an de faîlên kiriyar nediyar ku bi polîtîkaya dewletê dihatin kirin, dozên ku hatine vekirin carekdinê bi polîtîkaya dewletê bi encam dibin û bê ceza dimînin. Di doza Cizîrê ya salên 90'an 21 kes hatine windakirin ku têde teqawît Albay Cemal Temizoz jî heyî 8 endamên JİTEM'ê dihatin darezandin hemû jî beratbûn. Parêzera dozê û parêzera Navenda Hafiza Emel Atakturk bertek nîşanî li gel bi qasî tê xwestin hebûna delîlan jî cardin berata bersucan da û da zanîn ku dê lêgera xwe ya dadê bidomînin.

'Bi saya vê dozê kirinên salên 90'an derketin holê'

Emel destnîşan kir ku di aliyê dîrokî û dadê de doz gelek giringe û wiha domand: "Di darazê de lêgera mexduran a dadê ne li salonên dadgehê û ne jî di nava civakê de deng neda. Vê dozê carekdinê nîşa me da ku pêdivî bi ru bi rubûnek rastî heye, lêpirsînek baş nayê kirin û baş nayên darezandin. Di îfadeyan de weke ku tenê şahindên veşartî hene, dan nîşandan, lê gelek delîl hebûn. Em hêvî dikin ku ev bûyer di dema darazê de bê guhertin. Bersucan di aliyê derunî de ji bo her tiştî ser xwe bipejirînin her tişt kirin, lê dadgehê mudaxeleyî vê nekir. Li Tirkiyê lêpirsînên ceza nabin ru bi ru bûnek civakî. Rastiya li ber çavan ku civaka Tirkiyê red dike, sepandinên salên 90'an ên ku di navê de bi hezaran înfazên keyîfî hatine jiyîn, dibe ku di vê dozê de gelek ji wan windayan derketana holê."

'Bê cezabûn kevneşopiyek dewletê ye'

Emel kirinên Cemal Temizoz ên salên 1993-1995'an ên li Cizîrê bibîr xist û wiha berdewam kir: "Cemal Temizoz got: 'Li Cizîrê me sepandinek a çuk jî nikarîbû bêyî me bifire dabû çêkirin.' Wêdemê ev hemû faîlên kiriyar nediyar û cînayet çawan çêbûn. Ev ji aliyê otorîteya dewletê ve bi sazumaniya JİTEM'ê girêdayî gelek dozan bûn. Lê di dozan de lêkolîn nehatine kirin, ew herêm tayîbetî girtin. Hêvîdarim carekdinê doz ji nûve bikarin bên lêpirsîn û pêvajoya ceza despêbike, lê niha tabloyek baş naxweyê."

'Emê komkirina belgeyan û qeyîdkirina dîrokê berdewam bikin'

Emel bilêv kir ku bi girtina biriyara beratê re dê dozên dinê yên di derbarê peyîwirdarên dewletê de hatîn vekirin ji bi vî awayî bi dawî bibin û wiha dom kir: "Di nava salên 1991-2001'an de 4 partiyên mezin ên deshilatiyê hatin. Piştî sala 2001'an AKP hat deshilatiyê. Ne di wan dîrokan de, ne jî piştî wan dîrokan berpirsên qeyîban nehatine darezandin. Bê cezabûn ji destan tê dayîna destan. Bê cezabûn weke mîrasekê tê dewirgirtin, daraz jî li ruyê deshilatiya siyasî dinêrin û wiha biriyarê dide. Ev kevneşopî bi hêsanî nayê şikandin, lê kevneşopiya mafê mirovan jî kevneşopiyek wihaye. Emê belgeyan kom bikin û qeyîdî dîrokê bikin."

Verilen beraat kararları nedeniyle devlet görevlileri hakkında açılan diğer davalarında bu şekilde sonuçlanma ihtimali olduğunu kaydeden Emel, "1991-2001 arasında 4 büyük bir parti iktidara geldi. 2001'den sonrada AKP iktidar ne o tarihte ne o tarihten sonra o zamanlardaki kayıpların sorumluları yargılamadı ve cezalandırmadı" diyerek cezasızlık politikasına dikkat çekti. Cezasızlık politikasının devlet politikası olduğunu belirten Emel, "Cezasızlık elden ele titizlikle geçen bir gelenek ve miras olarak devrediyor yargı da siyasi iktidara yüzünü dönerek karar veriyor. Bu gelenek kolay kolay kırılmaz ama insan hakları geleneği de böyle bir gelenek. Belgeleri toplayarak tarihe kayıt düşmeye devam edeceğiz" dedi.

Emel derbirî ku tekoşîna mafê mirovan a li hemberî qirkirin û înfazan demdirêje û wiha pêde çu: "Em dibînin dozan weke ku darezandine nîşan didin. Em di zanin ku daraza Tirkiyê ne bê aliye. Em di dozên tên jiyan kirin de hêviya xwe winda nakin. Di vê wateyê de em weke xebatkar, emê hêviya xwe winda nekin, bi îsrar birpirsiyariya dewletê bînin bîra wan. Emê vegotina rastiyên ku me jê re şahidî kirî berdewam bikin."

(zt)