Serpîl Ozkasap: Em Roman her roj rastî lîncê tên
10:13
Handan Tufan/JINHA
ÎZMÎR - Romanên li navçeya Selendî ya Manîsayê diman kon û xaniyên wan hatin hilweşandin û şewitandin. Piştre hatin koçberkirin. Romanan doz vekirin û ev doza li ber demboriyê ye. Têkildarî dozê Seroka Komeleya Piştevaniya Jinên Roman a Îzmirê Serpîl Ozkasap, diyar kir ku her roj di bin lîncê dene û ger hiqûq jî mafê wan neparêze dê çi bikin.
Di 5’ê Çileya 2010’an de li navçeya Selendî ya Manîsayê komek nijadperest li taxa Romanan êrîşên lîncê pêk anîn. Di êrîşa lîncê de xanî û konên Romanan hilweşandin û şewitandin. Welatiyên Roman ji ber ewlehiya xwe neçar man ku koçberî navçeya Gordesê bikin. Roman piştre li navçeya Salihliyê ya Manîsayê bi cih bûn. Doz 5 salin didome. 21. rûniştina dozê dîsa taloqî 23’ê Kanûnê kirin. Doz bi talûkeya demboriyê re rû bi rû ye.
'Em nayên dîtin’
Têkildarî dozê Seroka Komeleya Piştevaniya Jinên Roman a Îzmirê Serpîl Ozkasap, diyar kir ku Roman her roj di bin lîncê dene û eger hiqûq jî mafê wan neparêze dê çi bikin. Serpîl Ozkasap, destnîşan kir ku civak naxwaze wan bibînin û di nava civakê de nayê dîtin û wiha got: “Mînaka Selendiyê mînaka herî şênber a redkirina wan e. Em her roj rastî lîncê tên. Dê dîsa dem di ser dozê re derbas bibe û me ji bîr bikin. 21 malbatên li wir çi bûn? Jin û zarokên li wir çi bûn?Kes wan nafikire.
Serpîl, destnîşan kir ku wîjdanê xwendeyê vê civakê jî tune û wiha berdewam kir: “Civakek ku merhameta wê tune ye. Yên ne wekî wan be qebûl nakin. Em welatê Tirkiyeyê ne. Lê sûcê me nasnameya me ya Roman e. Henekê xwe bi her tiştên me dikin. Me wekî ên nebaş dibînin. Jin her dem bi lîncê re rû bi rû ne. Li Selentiyê tu tişt tune bû, lê dîsa em rastî êrîşa lîncê hatin. Mal û konê me xera kirin û hilweşandin. Nexwestin me li Selendiyê bibînin”
Serpîl, da zanîn ku eger hiqûq jî mafê wan neparêze dê çi bikin û fikarên xwe anî ziman.
(mae/rc)