Di doza Ozgecan de ji bo bersucan muebeta girankirî hat dayîn - HATE NÛKIRIN
11:48
JINHA
MERSİN - Runiştina doza Ozgecan Aslan a ku li Tarsusê hatî qetilkirin despêkir cezayê muebeta giran hat dayîna bersucan.
Li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsusê 3'emîn runiştina doza biriyardanê ya Ozgecan Aslan a ku li navçeya Tarsusa Mêrsînê di 11'ê Sibata 2015'an de ji aliyê ajokarê wesayîtê ve hatî revandin û ji aliyê Suphi Altindoken, bavê wî Necmettin Altindoken û Fatih Gokçen ve bi hovane hatî qetikirin hat dîtin. Di runiştina dozê de cezayê muebeta girankirî hat dayîna bersucan.
Di runiştina dozê de dozgerê Cumhuriyetê biryar da û cezayê muebeta girankirî li bersûcan birî. Dozger bêyî ku biryara cezayê kêm kirî bide biryar di asta herî jor de da. Bi vî awayî biryara ku di doza Ozgecan Aslan de hat dayîn ji bo dozên qetilkirinên jinan gelek girîng bû. Li aliyê din ji bilî cezayê muhebeta giran kirî cezayên din jî ji bersûcan re hat dayîn.
Li gorî vê ji bilî cezayê muhebeta giran kirî, ji tecawîrkar û qatil Ahmet Suphî Altindoken re 27 sal, ji Fatîh Gokçe re 24 sal, ji Necmettîn Altindoken re jî 9 sal ceza hat dayîn. Hat ragihandin ku di dozê de parêzerek bersûc pirsa çima “Ozgecan li dolmuşa vale siwar bûye?” kir û xwest qetilkirina Ozgecan meşrû bike.
Piştî biryara dozê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Parêzera malbata Aslan Sevîm Kuçuk diyar kir ku biryara dozgeriyê piçekbe jî wan tatmîn kiriye û wiha got: “Em dixwazin ku di hemû dozên qetilkirinên jinan de biryarên wiha bên dayîn. Em spasiya hemû jinên ku piştgirî dane me dikin. bi piştgiriya jinan em dikarin encamên wiha bi dest bixin.”
Serokê Baroya Mêrsînê Alpay Antmen da zanîn ku ew encame ku hatiye girtin baş dinirxînin û wiha pede çû. “Em spasiya hemû jinû parêzerên ku piştgirî dane me dikin. Em serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bibîrtînin û dibêjin serê hemû parêzeran sax be. Ji bo qetilkirina Elçî ne be dozek ji kiryarên ne diyar ez beng li hemer kesî dikim ku piştriyê bidin dozê.”
Apê Ozgecan jî anî ziman ku ew bi şev û roj doza Ozgecanê difikirîn, ew dixwazin ji hemû qatilên jinan re biryarên wiha bên dayîn û wiha got: “Hinek be jî êşa me kêm bû. Em ji bo piştgiriya hemû kesî spas dikin.”
(mb)