'Bila biriyara doza Ozgecan Aslan ji bo hemû dozên qetilkirinên jinan be'

13:48

JINHA

ENQERE - Nûnera Platforma Rawstandina Cînayetên Jinan a Enqerê Ayşen Ece diyar kir ku divê biriyara di doza Ozgecan Aslan de derketî ji bo hemû dozên qetilkirnên jinan derbasdarbe.

Nûnera Platforma Rawstandina Cînayetên Jinan a Enqerê Ayşen Ece beşdarî televizyona ÎMC yê bû û da zanîn ku biriyara di doza Ozgecan Aslan de derketî ji ber ku di dema qetilkirinê de Tirkiye rakir ser lingan biriyarek wiha hat girtin weke dinê di dozên qetilkirinên jinan de pir zor didin. Ayşen bilêv kir ku divê biriyara doza Ozgecan bibe biriyar û di hemû dozên qetilkirinên jinan de têkeve meriyetê.

'Me encama di meydanan de bûnê girt'

Ayşen anî ziman ku doza Ozgecan Aslan ji bo jinan deskeftiyek mezine û wiha domand: "Me encama di meydanan de bûnê girt. Gelo dê heya kengê tehmul ji qetilkirinên jinan re hebe û civak li hemberî van bê deng bimînin? Em her dem li qadanin. Ti dozên me ne şopandî û em di navê de neyî nemane. Em naxwazin hîn zêdetir hevalên xwe winda bikin."

(zt)