Ji bo Figen a rastî îskenceya zayendî hatî 30 sal ceza xwestin
11:36
JINHA
EDENE - Di derbarê Figen Şahin a rastî îskenceya zayendî hatî de Serdozgerê Komarê yê Edeneyê îdianameya amadekirî hat pejirandin. Ji ber ku Figen ji polisan reviyaye tevlîbûna wê ya çalakiyê hat erêkirin û 30 sal ceza jêre hat dayîn.
Îdianameya ku ji aliyê dozgeriya komarê ve di derbarê Figen Şahina 25 salî de dihat amadekirin qediya. Di 23'ê yê tebaxê de dema ku li Taxa Dagliogluya Seyhana Edeneyê li hember êrîşan gel rêveberiya xwe ya cewherî îlan kir, paşê di bûyerên derketin de Figeh Şahin hat girtin, li qereqola polîsan û emniyetê rastî îskenceya zayendî hat. Li gorî nûçeya DÎHA yê îdianameya Figen a bi îdiaya "endama rêxistinê ye" ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Edenyê ve hat amade kirin û îdianame ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hatiye erê kirin. Di îdîanameyê de Figen bi îdîaya "Endama rêxistinê" "Li dijî polîsan di ber xwe daye" "Propaganda rêxistinê kiriye" "teqemeni li ser xwe girtiye" dê bê darizandin û rûniştina dozê dê di 22'ê Kanûnê de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bê dîtin.
Li gel ku Figen di bin çavan de rastî îşkenceya polîsan hat jî dozger bi îdîayên cuda heta 30 salan ceza dixwaze. Dozgeriyê şalvar û desmala Figen li xwe kirin weke sûc nîşan da û 30 sal cezayê girtîgehê xwest.
Li gori dozger şal û şapik, poşî, gore, bantolon sûc e. Dîsa li gorî dozger rev jî wekî belgeya sûc hatiye dîtin.
(zt)