Rûniştina doza nûçegihana JINHA Vîldan Atmaca zelal bû

14:46

JINHA

WAN - Nûçegihana JINHA'yê Vîldan Atmaca ya ku di dema şopandina nûçeyê de hatibû binçav kirin û girtin, rûniştina dozê di 29'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a Adliya Erdîşê pêk were.

Îdianameya ku di derbarê Nûçegihana JINHA yê Vildan Atmaca ya ku dema di 13'ê mijdarê de li navçeya Erdişa Wanê nûçe dişopand hatî binçavkirin û girtin birine Girtîgeha Tipa M ya Wanê de hatî amadekirin bidawî bû. Dê yekem runiştina doza Vildan di 29'ê Kanûnê de bêdîtin. Dê Doz li Dadhega Cezayê Giran a Adliyeya Erdîşê bê dîtin.

Li aliyê dinê Nûçegihanê DÎHA yê Îdris Yilmaz ê ku dema nûçe dişopand di heman rojê de hatî binçavkirin û girtin birîn Girtîgeha Tipa M ya Wanê. Dê yekem runiştina doza Îdris a ku bi îdiyaya "heqaret li Serokomar kiriye" tê darezandin jî di 18'ê Kanûnê de li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erdişê bê dîntin.

(zt)