Tugçe Tatari ya pirtûka wê hatî qedexe kirin: Min pirtûk ji bo aştiyê nivisiye...

13:51

JINHA

İSTANBUL - Tugçe Tatariya ku pirtûka wê ya binavê 'Dapîr di Rastiyê de ez ne li Amedê bûm' ji aliyê dadgehê ve hatî qedexekirn got: "Di pêvajoya aştiyê de min vê pirtûkê nivîsîbû. Ji bo ku mirov êdî bi niyeta aştiyê nêzî hev bibin min xebatek wiha kir. Wiha nêzî pirtûkê bûyîn û weke cismek tehlîke dîtin rewşek şermkirinê ye."

Li Balikesir, Hatay û Sêrtê polîsan biser malan de girtin. Di operasonê de bi îdiaya endamên KCK, YDG-H û YPG'ê ne sê kes girtin binçavan. Di encama operasonê de pirtûkên Tugçe Tatariya ya binavê 'Dapîr di Rastiyê de ez ne li Amedê bûm' û pirtûka Hasan Cemal a bi navê 'Rojên Jinek Ciwan a Gerila li Çiya Delila' ku di 4'ê kanûnê de biriyara komkirina wan hatî dayîn ji aliyê dadgehê ve ser wan kesên hatine girtin dîtine û weke delîlên suc nîşan didin.

'Ji bo ku mirov ji hev têbigihin min ev pirtûk nivîsiye'

Tugçe di derbarê biriyara dadgehê de wiha axivî: "Ezê ji bo vê biriyarê çî bêjim nizanim. Min bi armancên aştiyê vê pirtûkê derxistiye. Di pêvajoya aştiyê de min ev pirtûk berhev kiriye. Ji bo alî ji hev têbigihin min xebatek wiha da despêkirin. Di rojevê de girêdayî aştiyê tiştek nemaye. Ji bo ku bi niyetên aştiyê gel nêzî hev bibin. Wiha nêzî pirtûkê bûyîn û weke cismek tehlîke dîtin rewşek şermkirinê ye. Di aliyê hiquqî de ezê ji bo rakirina qedexeya ser pirtûkê serî li hiquqa hindirîn û AÎHM'ê bidim."

(zt)