Li Girtîgeha Wanê bi zorê ser jinan testa ducaniyê dikin
09:21
Vildan Atmaca /JINHA
WAN - Li Girtîgeha Tipa M ya Wanê ku bi her awayî binpêkirinê mafan lê tê jiyankirin, tiştên ser girtiyên jin didin sepandin her diçe derdikeve ber çavan. Jinên girtî bi zorê dibin testa ducaniyê, di dema lêgerê de jî kincên wan li ber leşkeran û gardiyanên mêr tên vekirin.
Li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê her diçe tindiya ser girtiyên siyasî dikin zêde dibe. Ser bedena jinên girtî bi destê pergalê îskenceyên şikandina vînê tên kirin. Tiştên li Girtîgeha Tipa M ya Wanê tên kirin jî tenê ji wan mînakeke. Di demên dawî de ji bo şikandina vîna girtiyên jin îskenceyê dikin. Di meha tebaxê de ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û cenazeyê şervanên YPG û YPJ'ê yên ser sînor tên rawestandin dayîna malbatên wan girtiyên jinên siyasiyên dest bi gireva birçîbûnê kirine 2 me ji hemû mafên xwe yên ji girtina nameyan heya derketina werzîşê nava girtîgehê de bêpar mane.
'Girtiyan ji bo testa ducaniyê didin zorê'
Girtîgeha Tipa M ya Wanê ku berê girtîgeha mêran bûye, dema girtiyên jinên siyasî doza mafên xwe yên herî xwezayî jî dikin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî gotinên weke "Ev girtîgeha mêrane" tên. Girtiyên jin dema ku ji bo nexweşiyên xwe diçin nexweşxanê rastî gotinên bijîşkan ên weke "Tiştek ew nîne, hun gelek başin" tên. Dema ku ji ber nexweşiyê sewqa girtiyên jin li nexweşxanê tê çêkirin, ji ber bêmafiyên leşker û fermandaran naxwazin biçin. Yek ji bêmafiytên li girtîgehê tê jiyankirin, dema girtiyên jin pirsgirêkên regilê dijîn ji aliyê bijîşkan ve rastî zoriya "testa ducaniyê" tên. Dema ku testa ducaniyê napejirînin dermanan jî nadin wan. Du gitiyên jin ên li hemban qouşê dimînin ji aliyê bijîşkan ve bi rêya vajinalê bi zorê fitîl dane wan, li gel ku rêveberiya girtîgehê jî ji vê rewşê hayîdar bûye, lê dengê xwe nekirine çiqas bûyer polîtîke rastiya wê derdikeve zanebûnê.
'Kincên jinan li ber leşker û gardiyanên mêr belav dikin'
Ji sepandinên girtîgehê yek jê jî di dema lêgerê de mudurê girtîgehê, li gel leşkeran û gardiyanên mêr dikevin hindirê qouşa jinan. Dolabên girtiyên jin yek bi yek vedikin û kincên wan li her derê belav dikin. Bi van kirinên xwe hewildidin ser girtiyan tindiya derunî bikin. Ji ber girtiyên jin bi rêya parêzer û malbatên xwe tiştên jiyankirine dane ji derve ji bo wan lêpirsîn dane despêkirin. Berpirsên girtîgehê jinan muhatab nagirin û dema ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serlêdan dikin wan napejirînin. Bi hincetên "Dê aramiya girtîgehê xira bikin" pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirtûkên dinê yên siyasiyên bi kargoyê tên jî nadin hindirê girtîgehê. Nameyên kurdî jî didin sekinandin û dereng didin girtiyan.
Li gel hemû binpêkirinên mafan girtiyên jin di berxwedanê de bibiriyarin.
(zt)