Eren Keskîn: Dewlet îşkenceyê zayendî wek polîtîkayê şer pêk tîne

09:04

yku Dîlara Keskîn/JINHA

STENBOL - Parêzer Eren Keskîn balkişand ser îşkenceyên zayendî ên di binçavkirinê de û wiha got, "Zîhniyeta dewletê ne hatî guhertin. Dewlet hîna îşkenceya zayendî wek polîtîkayê şer pêk tîne."

Hikûmeta AKP'ê bi biryarê şer yê ku li Bakûrê Kurdistana xistiye jiyanê, gelek sivîl di encamê êrîşan de hatin qetilkirin. Her wiha di çerçoveyê polîtîkayên şer de jinên ku tên binçav kirin rastî îşkenceya zayendî tên. Îşkenceya zayendî a ku bûye çandek vê dewletê, bi pêk anîna şer re her ku diçe zêdetir dibe. Parêzer Eren Keskîn a ku parêzertiya jinên di sala 90'an de rastî îşkenceya zayendî hatine kiriye, bal kişand ku zîhniyeta dewletê ne hatiye guhertin û got ku Tirkiyê sûcê şer yê giran pêk tîne.

'Îşkenceya zayendî wek polîtîkayê şer pêk tînin'

Eren da zanîn ku tacîzê zayendî û tecevûz îşkenceye û wiha got, "Eger jin bakîre be divê di navbera 7-10 rojan de rapora xwe werbigre, eger ne bakîre be jî divê di 48 saetan de rapora xwe bigre. Eger rapora fîzîk negre divê yê derûniyê bigre. Dixwazin em vê raporê ji ATK'ê werbigrin lê ATK'a saziyek a dewletê ye. Em dixwazin rapor ji aliyê bijîşkên serbixwe bistînin." Eren Ş.A yê ku li Mêrdînê di binçavan de hatî tecevûz kirin bi bîrxist û anî ziman ku, ji ber di dozê de rapora bijîşkan a serbixwe nînbû AÎHM Tirkiyê di vê mijarê de mehkûm kir û got, tirkiyê vê helwesta xwe didomîn.

'Polîtîkayên 1915'an çibe îro jî ew tê pêk anîn'

Eren diyar kir ku di pêvajoyên şer de tacîzên zayendî, tecevûz û rêbazên îşkencê zêde dibe û wiha domand: "Bi belavbûna şer re tevî şîddetê, îşkenceyê zayendî jî tê rojevê. Bedena Ekîn Wan hat teşhîr kirin, ev yek di salên borî de jî me dît. Lê roja îro em cardin rastî bûyerên wiha tê. Ev yek tê wateya ku dewlet xwe dûbere dike." Eren bilêvkir ku polîtîkayên di sala 1915'an de çibe di 90'an de û roja îro de jî heman zîhniyetê dihewîne û zîhniyeta dewletê ne hatiye guhertin û wiha pêde çû: "Di pêvajoyên dawiyê de li girtîgehan lêgerînên tazî û tehdîdên tecevûzê em dibihîsin. Dewlet hêj îşekenceyê zayendî wek polîtîkayê şer pêk tîne."

'Tirkiyê pêkanîna sûcê şer didomîne'

Eren anî ziman ku îşkenceyê zayendî ji bo sûcê bi zorê bide qebûl kirin pêk tînin û wiha berdewam kir: "Kesên sûcdar ne jinên ku rastî îşkenceyê zayendî têne. Kesên sûcdar ên ku vê şîddetê pêk tînine. Jinên ku rastî îşkenceyê zayendî tên divê di heman demê de serî li bijîşk û parêzeran bidin." Eren di dawiyê de bal kişand ser Hevpeymana Cenevra yê Hiqûqa Şer û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêkanîna îşkenceya zayendî sûcek a şere. Tirkiyê pêkanîna sûcê şer didomîne. Şîdeta li hember jin şîddetek siyasiye. Tevlîbûna jinan ji siyasetê re girînge. Divê girêdanê wê bi siyaseta giştî re jî were kirin."

(rc)