Meşvanên aştiyê bi 'ser navê rêxistinê faaliyet pêk tînin' tên tewanbarkirin

16:47

JINHA

AMED - Li Amedê di dema serdegirtina Polisan de, endamên însiyatîfa ji bo Aşitiyê Dimeşim, hatin binçavkirin û hîna dibin çavan dene. Bi hinceta kû endamên rêxistinê ne û ji bo rêxistinê xebat kirine têne tewanbarkirin. Tê peyîn kirin ku sibê parêzvanên aştiyê sewqî edliyê werin kirin.

Komek jin bi armanca pêşî li komkujiyên ku li Kurdistanê pêk tê bigrin, ji Bodrumê tevî 27 kesên aştîxwaz di mehê Kanûnê de ji Bodrûmê ketin rê û di 31'ê Kanûnê de înisiyatîfa ji bo Aştiyê dimeşim gihêşte Amedê. Înisiyatîfa ku xwast ber bi Sûrê ve bimeşe rastî êrîşê polîsan hatin û di encamê de 4 kes birîndar bûn û 24 kes jî hatin binçav kirin. Endamên înisiyatîfa ji bo aştiyê dimeşim Pinar Ercani Pinar Ogrencî, Arzu Erdemir, Atalay Yenî, Azîz Kiliç û kamarevanê Kurdsat rojnamevan Baran Ok jî di nav de 24 kes li Midûriyeta Emniyeta Bajêr tên ragirtin. Parêzerê kesên hatine binçav kirin diyar kir ku bi îdîayê "Li gel ne endamê rêxistinê ne, ser navê rêxistinê faaliyet pêk tînin" tên tewanbarkirin.

Hevseroka Komeleya Parêzerên Mezopotamya (MHD) Gulşen Ozbek derbarê mijarê de wiha got, "Tewanbarkirin ligel ku ne endamê rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê xebat dane meşandin, ev jî tê wateya ji bo KCK û PKK'ê xebat bi rêvebirine. Ango bi tevlîbûna meşê li gorî zagona 2911'ê wek muxelefetên dijber dibînin û ji ber vê têne tewanbarkirin. Binçavkirina 24 kesan didome. Dibe ku sibe sewqî adliyê werin kirin. Îro dema binçavkirinê hat dirêj kirin."

(rc)