Evin Keve bi 'îhtimala' rêveberiyên cewherî hat girtin
18:18
Çile
3
/ 2016
JINHA
WAN - Hevşaredara Şaxê Evîn Keve ya ku di serdergirtina malê de hatî binçavkirin, li dadgehê bi hinceta "îhtimal heye ku rêveberiya cewherî îlan bike" hate girtin.
Hevşaredara Şaxê Evîn Keve ya ku duh bi şev di serdegirtina malê de ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin, piştî karên li emniyetê derxistin dozgeriyê. Evîn bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Evîn, ji ber daxuyaneke çapemeniyê bi îdiaya "Parçekirina yekparetiye welat û yekitiya dewletê" û "îxtîmala îlankirina rêveberiya cewherî" hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Wanê.
(ho/zt)