Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em ji rewşa Ocalan bi fikar in

16:11

JINHA

STENBOL - Parêzerên Buroya Sedsalê ya Hiqûqê daxuyandin ku Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên li Girava Îmraliyê li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn, sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatine kirin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji ber sirgûna dawî ew bi fikar in û wiha hate gotin "Di serî de Birêz Ocalan derbarê rewşa muwekkîlên me û şertên wan ên fîzîkî de tu agahiya me tune ye."

Buroya Hiquqê ya Sedsalê, derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya niha li gel hemû hewldanan li gel Ocalan hevdîtin nekirine û wiha hate gotin "Hevdîtina bi malbat û wasiyê re di 6'ê Cotmeha 2014'an de hate astengkirin. Herî dawî hevdîtina heyeta siyasî jî ji 5'ê Avrêlê vir ve ye hate astengkirin. Ji wê rojê heya niha derfetên agahî girtinê bi temamî ji holê hate rakirin."

'Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin'

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên li Girava Îmraliyê li gel Ocalan dihatin girtin jî sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatine kirin. Daxuyanî wiha berdewam dike: "Ji bo em vê rewşê zelal bikin daxwaza hevdîtina ya bi van muwekkîlên me re ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Sîlîvriyê hate astengkirin. Pêkanînên derhiqûqî yên li Girava Îmraliyê, li vir jî xistin meriyetê. Bêyî tu hincet an jî bingeha zagonî hebe hevdîtina me bi muwekkîlên me re hatiye astengkirin."

'Ji ber rewşa Ocalan em bi fikar in'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê derbarê Abdullah Ocalan de tu agahî nade parêzeran û wiha hate gotin: "Niha, di serê de Birêz Ocalan derbarê rewş û şertên fîzîkî yên muwekkîlan de tu agahiya me tune ye. Ev rewş me dixe nav fikaran. Em bang li Wezareta Dadê û hemû berpirsyaran dikin ku agahî bidin me û raya giştî û tecrîda li ser Birêz Ocalan û hemû muwekkîlên me yekser were rakirin."

(rc)