Jinên li İzmirê girtin binçavan sewqî dozgeriyê kirin
12:34
JINHA
İZMİR - Li Îzmirê bi boneya şermezarkirina qetilkirina 6 jinên siyasetmêdarê kurd ên li Parisê û Silopiya hatin qatilkirin çalakî hat lidarxistin di çalakiyê de 29 jinên bi darbkirinê hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê kirin .
Bi banga Kongreya Jinên Azad (KJA) yê li Îzmîrê ji bo Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya sala 2013'an de li Parisê hatin qetilkirin û Endama Desteya Rêveberiya KJA yê û Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir û Endama KJA yê Fatma Uyar ên di 4'ê Çile de li Silopiyayê hatin qetilkirin çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Jinên ji bo çalakiya bîranînê li ser Cadeya Erbil Suerê hatin bahev rastî mudaxeleya polîsan hatin û 35 kes hatin binçavkirin.
Ji jinên birin Emniyeta Îzmirê 6 serbest hatin berdan, Hevseroka navenda HDP'ê ya Îzmîrê Dilek Aykan jî di navê de 25 jin û 4 mêr bi giştî 29 kes jî sewqî Edliyeya Bayrakliyê kirin.
(dt/zt)