Ji bo 23'ê jinên li İzmirê hatin binçavkirin daxwaza girtinê
13:22
JINHA
İZMİR - Li İzmirê ji 29 jinên hatin binçavkirin 6 hatin berdan 23'ê jî bi telaba girtinê sewqî dadgehê kirin.
Bi banga Kongreya Jinên Azad (KJA) yê li Îzmîrê ji bo 6 jinên siyasetmendarên kurdên li Paris û Silopiyayê hatine qetilkirin çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Jinên ji bo çalakiya bîranînê li ser Cadeya Erbil Suerê hatin bahev rastî mudaxeleya polîsan hatin û 29 jin hatin binçavkirin. Ji 29 jinên hatin binçavkirin 5 serbest hatin berdan, 24 jî sewqî dadgehê kirin. Ji jinên ku îfadeya wan nehatin girtin û sewqî dozgeriyê kirin 1 jê serbest hat berdan 23 jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Di nava de hevseroka HDP'ê Dilek Aykan jî heyî jinên hatîn binçavkirin sewqî Dadgehê kirin.
(dt/zt)