'Cibba ji xwe bike û unîformayê Hîtler li xwe bike'

13:20

JINHA

ENQERE - OHD û MHD bertekekên tund nîşanî daxuyaniya Serokê TBB'ê Metîn Feyzîoglu ya derbarê akademîsyenan da dan û gotin "Cibba ku dadê temsîl dike ji xwe bikin û unîformayê Hîtler li xwe bikin, di refên Ak-Sarayê de cihê xwe bigirin."

Serokê Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Metîn Feyzîoglu, ji bo akademîsyenên ku bi sernavê "Emê nebin şîrikê vê sûcê" îmze kiribûn gotibû "Ez ew kesên ku ji bo Komara Tirkiyeyê gotinan dibêjin, dişibînim bermahiyên rewşenbîrên qaşo yên dema ku Stenbol hatibû dagirkirin." Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) bertek nîşanî daxuyaniya Metîn Feyzîoglu dan û piştgiriya xwe ya ji bo akademîsyanan diyar kirin. Di daxuyaniya nivîskî de parêzeran ev bang li Metîn Feyzîoglu kirin: "Cibba ku dadê temsîl dike ji ser xwe bavêjin û unîformayê Hîtler li xwe bikin, di refên Ak-Sarayê de cihê xwe bigirin."

(zt)