'Mafê jin û zarokan ji aliyê daraza mêran ve tê binpêkirin'
09:10
Handan Tufan / JINHA
ÎZMÎR - Parêzer Şenay Tavuz bertek nîşanî gotina Seroktiya Karên Diyanetê "Bavek dikare ji bo keça xwe şehwetê hîs bike, ev ne heram e" da û balkişand ku mafê jin û zarokan ji aliyê daraza mêran ve tê binpêkirin.
Li Tirkiyeyê bûyerên ensest piranî tên veşartin û ji ber ku di fermiyetê de da tune ne mirov nikare bigihije rêjeya van bûyeran. Piraniya bûyerên ensest ji biçûkaniyê destpê dike û bi salan ev rewş berdewam dike. Zarokên bi tekiliya ensestê re mexdûr dibin ji sedî 55’ê wan 5-10 salî ne, ji sedî 40’ê wan jî 10-16 salî ne. Zarokên kur li gorî zarokên keç di temenekî mezintir rastî vê Îstismara zayendî tên. Piştî fitûya Dîyanetê ya ku gotibû “Bavek dikare ji bo keça xwe şehwetê hîs bike, ev ne heram e” têkiliya ensestê bêhtir ket rojevê.
'Daraz bi hişmendiya mêran tê rêveberin'
Parêzer Şenay Tavuz yê ku bi salane li Îzmîrê parêzertiya jinên ku rastî şîdetê hatine û dozê zarokan dişopîne derbarê têkiliyên nava malbatî de nirxandin kir. Şenay destnîşan kir ku gelek dozên jin û zarokan di salên dawiyê de bi hişmediyê mêr tê rêveberin û wiha domand, "Gelek kes ne wekheviya di navbera jin û mêran de asayî dibînin û nêrînên ku jin û mêr nabin wek hev tînin ziman. Herî dawî bi gotina seroktiya Karên Dîyanetê îstîsmarên zayendî ên nava malbatê de radixe berçavê me ka çawan tê rawa kirin."
'Gelek sûcên îstîsmara zayendî veşartî tên girtin'
Şenay da zanîn ku bûyerên îstîsmara zayendî dihêle ku malbat zarokan bêdeng bike û wiha pêde çû, "Îstîsmarên zayendî piranî li hember zarokên keç di malbatê de pêk tê. Ji ber zarokên keç wek malê bav tê dîtin bûyerên wiha tên jîn. Bav û hevjîn ji ber zarokên keç malê xwe dibînin wekî ku dixwazin nêz dibin. Ji xwe pirsgirêkê bingehîn eve. Cewhera pergala serdest xwe li ser vê yekê avadike. Ji xwe gelek sûcên îstîsmara zayendî veşartî tên girtin. Nahêlin mekanizmaya gilîkirinê pêşbikeve."
'Zarokê 3'ê salî rastî êrîşa zayendî yê bavê xwe hat'
Şenay destnîşan kir ku gelek sedem hene ku bûyerên wiha nayên gilîkirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Zarok dema ku rastî îstîsmara zayendî tên, ji ber gefê ku li wan tê kirin ji tirsan nikare bîne ziman. Gelek zarok ji ber temenê xwe yê biçûk nakeve ferqa îstîsmara zayendî. Bûyerek ez bûm şahîdê wê. Zarokek 3'ê salî rastî êrîşa zayendî yê bav hatibû. Ev zarok nizane rastî êrîşê îstîsmarê hatî. Dema ku doz vebin jî ji ber li holê zarok ne di ferqê bûyerê de ye doz tê girtin. Tenê eger bûyer dema ku keç ducanî dibin rast derdikeve derve. Zarokên rastî îstîsmara zayendî bên eger ducanî nebin bûyer naghêje edliyê. Ev mijar gelek bi êşe lê dernayê holê. Gelek kêm dertê holê. Mijarek girînge lê tê pişt çav xistin. Em gelek car bûne şahîdê van bûyeran."
(rc)