Li Guneş a di qatliama Pirsusê de birîndar bûyî doz hat vekirin
15:27
Çile
21
/ 2016
JINHA
EDENE - Guneş Erzurumluoglu ye di qatliama Pirsusê de birîndar bûyî bi îdiaya "propagandaya rexistine kiriye" doz lê hat vekirin.
Di qatliama Pirsusê ya 20'ê Tebaxê de 33 xwedakaran jiyana xwe ji dest da. Guneş Erzurumluoglu ya di heman qatlîmê de birîndar bûyî li 2'emîn Dadgiha Cezayê Giran doz lê vekir. Sebeba doz vekirinê jî ji ber li ser medyaya civakî qatlîam parkiriye. Ji bo wan parvekirinan bi îdiaya "propanda ya rexistine kirî ye" doz li Guneş vekirin. Dermankirina Guneş hîn jî berdewam dike.
Rojên pêş Guneş wê derkeve peşberi dadgeriyê.
(dt/zt)