Ji bo 25 birîndarên li Cizîrê parêzeran serî li AİHM'ê dan

13:43

JINHA

ENQERE - Hiquqnasan ji bo 25 birîndarên li Cizîrê 3 roj in ji ber topebaranê nikarin bibin nexweşxaneyê ji bo ku bên rakirin bi daxwaza tedbîrê serî li DMME'yê hate dayîn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber êrîşên hêzên dewletê beriya 3 rojan li taxa Cûdiyê 28 kes birîndar bûbûn û ji wan 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. 25 birîndar ji ber êrîş û topebaranê nikarin rakin nexweşxaneyê, ji bo ku bên rakirin bi daxwaza tedbîrê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate dayîn. Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) Gulşen Ozbek serî li DMME'ê dan û xwestin biryara tedbîrê bê dayîn.

Li bendê ye ku der barê serlêdana serê sibehê hate kirin de îro biryar bê dayîn.

(zt)