Li 12 jinên doza 8'ê Adarê di şopandin lêpirsîn hat vekirin
14:22
JINHA
MERSÎN - Li navenda Mêrsînê di mitînga 8'ê Adarê de di haqe 6 jina de doz hat vekirin, di haqê 12 jinên ku piştgîrî didan hevalên xwe de jî lepirsîn hat vekirin.
Li Mersînê Di di derheqê 6 jinên tevlî mitînga 8'ê Adara bûyîn de doz hat vekirin. Doza 6 jinan di 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewî Lihember Şidetê de hat dîtin. Di derbarê 12 jinên Endamên Platforma Jinê ya Mêrsînê ku doza 6 jinan dişopandin berî bikevin bînayê daxwîyanî dayîn de jî lepirsîn hat vekirin.
Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê diyar kir ku li gorî qanuna 2911'an ya 'Pêşandanên meş û civînan' Suce ji bo wê lêpirsîn li jinan vekirine. Di nav de alikarê Hevşaredara Şaredariya Akdenîzê, Endamên Meclisa Şaredariyê û karkerên şaredariyê jî hene. Ji aliyê Bûroya Şaxa Muduriyeta Emniyeta Mêrsînê ve îfadeya jinan hat girtin.
(dt/zt)
(zt)