ÎHD û MHD'ê serî li Konseya Ewropayê da
15:59
JINHA
AMED - Şaxên ÎHD'ê û MHD'ê yên Amedê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li bajarên Kurdistanê pêk tên serî li Konseya Ewropa û saziyên sivîl ên serbixe dan. ÎHD û MHD'ê xwest ku Konsey heyetekê peywirdar bike û ji bo lêkolîn rêbike Kurdistanê û xebatekî raporê bike.
Şaxên ÎHD û MHD'ê yên Amedê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li bajarên Kurdistanê pêk tên serî li Konseya Ewrupa û rêxistinên sivîl ên derveyî hikûmetan da. Endamê Komîsyona Hiqûqê yê ÎHD'ê Prz. Muhterem Suren têkildarî mijarê de axivî û diyar kir ku di bi navê "qedexeyên derketina kolanan" de rêveberiyên awaret pêk tên. Muhterem anî ziman ku ji ber vê yekê welatiyên li herêmê dijîn rastî şîdeta dewletê û zordarên dewletê yên koçber bibin tên. Muhterem da zanîn ku ew bi xwe jî gelek caran bûn şahidên anonsên hêzên dewletê yên bi wesayîtên zirxî yên ku malên xwe vala bikin. Muhterem bilêv kir ku rayedarên hikûmetê gotinên rêxistinên sivîl û parêzvanên mafên mirovan ên li herêmê dijîn ên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan de paşguhkirin û wiha got: "Ji bo me tişta din a xemgîn hemû cîhan li hemberî vê yekê bêdengbûn e. Civaka navneteweyî jî li hemberî sucên şer ên li Kurdistanê pêk tên bêdeng û bê bertek e." Muhterem destnîşan kir ku hikûmet di bin navê "plana mastir" de li Kurdistanê şer kur dike û hewil dide sûcên mirovahiyê yên li Kurdistanê dike veşêre lê ew destura vê yekê nadin.
Hevserokê MHD'ê Serhat Eren jî diyar kir ku li Kurdistanê mafên hem di makezagonê de hem jî mafên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropa de hatin erêkirin û parastin tên binpêkirin. Serhat têkildarî mijarê de bang li DMME'yê kir û wiha got: "Di serî de mafê jiyanê, mafên gerê, mafên mulk û tendûrîstiyê hemû maf tên binpêkirin. Ji ber van binpêkirinan em bang li DMME'yê dikin ku peywira xwe bi cih bîne."
Rêvebera MHD'ê Zeynep Işik jî diyar kir ku li taxa Cudî ya Cizîrê gelek kesên birîndar di bodrumekê de asê mane û 4 rojin tu agahî ji wan neyê girtin û Dadgeha Makezagonê serlêdanên têkildarî mijarê de red kirin. Işik anî ziman ku Dadgeha Makezagonê bi vê biryarê weke TEM'ê dixebite.
Heyeta Konseya Ewrupa dewetî Kurdistanê kirin. Di metna serlêdanê de ji Konseyê hat xwestin ku heyetekê peywirdar bike û li Kurdistanê çavdêriyan û raporê amade bike.
(rc)