Kujer çima 4 salane nayê ceza kirin?
12:18
Pîroz Zırıg/JINHA
DÎLOK - Hîna di doza Bahar Paksoy yê ku berî 4 salan li Dîlokê ji aliyê hevjînê xwe Ferîdun Kaya a jê cudabûyî ve hatî qetilkirin, ti guhertin nîne. Derbarê bûyerê kuştinê de duh runiştina 23. pêk hat, hem doz hat taloq kirin hem jî ji ber dosyayê dozê kevin bûne tehlûkeyê ketinê re rûbirû maye.
Ligel ku li Tirkiyê tacîz, tecevûz, qetilîam û şîdeta ser jinê girantir dibe, qadê darzandinê jî, ji ber ceza nadin kujeran komkujiya jinan rewa dike. Doza Bahar Paksoy yê ku hatî qetilkirin mînaka rewakirina qetilkirina jinane. Bahar Paksoy di 5'ê Tebaxa 2012'an de ji aliyê hevjînê xwe yê jê cudabûyî Ferîdun Kaya ve hat qetilkirin. Derbarê bûyerê kuştinê Bahar Paksoy de duh runiştina 23. pêk hat, hem doz hat taloq kirin hem jî ji ber dosyayê dozê kevin bûne tehlûkeyê ketinê re rûbirû maye.
'Ji ber ku dosya kevinbûye tehlûkeyê ketinê heye'
Bahar Paksoy yê ducanê li ser dexwazê hevjînê xwe Ferîdun Kaya li parkê hevdîtinek pêk tîne. Bahara ku li ber çavê zarokê xwe yê 2 salan ji aliyê Ferîdun ve rastî êrîşê kêran tê, radikin Nexweşxaneya Ersîn Aslan. Piştî 16 roj têkoşîna jiyanê dide jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê derbarê Ferîdun Kaya de doza 'Bi zanabûn kuştin' hat vekirin. 4 salin Ferîdun Kaya ji ber dozê bi hincetên cuda ceza nagre û di rûniştina duh de doz taloqê 18'ê Sibatê hat kirin. Dosyayên dozê ên ku 5 salan biborin ji ber kevin dibin tehlûkeyê ketinê heye.
(rc)