Ser gertiyên jin ên Wan û Karataşê sepandinên zayendiyên derhiquqî!
15:17
JINHA
WAN/EDENE - Di Girtîgehan de li ser girtiyên jin êrîş û binpêkirina mafê mirovan her ku diçe zêde dibe. Girtiyên jin ên di Girtîgeha Karataşa Edeneyê de diminin ji bo komkujiyên Kurdistanê tên kirin dest bi girêva birçûbûnê kirin, lêpîrsin li wan hate birin. Hevseroka Şaxa TUYADER'a Wanê Aynur Bagiş bal kişand ser rewşa girtiyên jin û anî ziman ku li ser girtiyên jin polîtîkayên şer tên meşanadin.
Li ser girtiyên siyasî ên di girtigehên Kurdistan û Tirkiyê de tên girtin ceza û lêpîrsînên keyîfî dikin. Li ser girtiyên siyasi yên jin ku bi salan e di girtîgehên Wan û Edeneyê de diminin polîtîkayên şer tên meşandin û dixwazin vîna wan bi dest bixin. Li Girtîgeha Karataşê ya Edeneyê ji ber girtiyên jin balê kişinin ser komkujî û qetliamên li Kurdistanê tên kirin di 26'ê Çileyê de dest bi girêva birçîbûnê kiribûn. Piştî ku girtiyên jin 3 roj di girêvê de man dozger li wan lêpirsin da destpêkirin. Biryara lêpirsinê ji bo êrêkirinê şandin Dozgeriya Înfaz a Edeneyê.
Li Girtîgeha Tîpên M û F ên Wanê jî li ser girtiyên nexweş binpêkirina mafan zêde dibe. Konsepta şer ê hêzên dewletê li tevahiya Kurdistanê daye dest pê kirin li girtîgehan jî bandora xwe nîşan dide û êrîşî girtiyan dikin. Hevseroka Şaxa TUYAD-DER'a Wanê Aynur Bagiş bal kişand ser binpêkirina mafê girtiyan û got, "Di rojên dawî de dewlet bi her awayî êrîşî girtiyan dike û dixweza polîtîkayên şer li girtîgehan jî bixin dewreyê. Ev nêzîkatiya ser girtiyan tê meşandin bi tu awayî ne axleqiye û divê dewlet bi exlaq tevbigere."
'Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin'
Aynur bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got ku nêzîkatiyên li ser girtiyan tên kirin wek salên 90'a nin û wiha pê de çû: "Binpêkirina mafê jiyanê ser gitiyan tê maşandin dijî mirovahiyê ye û sinorê mirovahiyê jî derbas dike. Çawa ku li Kurdistanê ser gelê kurd konsepta şer hatiye destpêkirin êrîş li ser girtiyên siyasî jî zêde dibe. Bi gorî min çawa ku di salên 90'an de li ser girtiyan êrîş û îşkence hatibûn kirin, niha ji heman hişmendiye û bi heman hişmendiyê girtiyan terkî mirinê dikin."
Aynur anî ziman ku rojên dawî di girtîgehan de li ser jinên girtî êrîşên derûnî hene û ev êrîş bi hişmendî tên kirin. Aynur destnîşan kir ku di girtîgeha Tîpa M a Wanê de êrîşên li ser jinan her roj zêde dibe û wiha axivî: "Di salên 90'an de di girtîgehan de bi zorê testên xamtiyê li ser jinan dihate kirin û niha jî ev tişt berdewam dike. Armanca vê yekê jî ew e ku vîna jinên girtî bêşikandin. Dîsa testa ducaniyê li jinên girtî tê kirin. Dermanên ku jinên bizewac bikar tinin didin wan. Ev nêzîkatî tev polîtîkayên şer in."
Aynur di dawiya axaftina de da zanin ku girtiyên nexweş ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ranakin nexweşxaneyan û nayên derman kirin.
(ho/zt)