Parêzer: Ewropa ji bo hevpeymana koçberan hember komkujiyê bê deng dimîne

10:28

Şehrîban Aslan / JINHA

AMED - Parêzer Denîz Bayram diyar kir ku AÎHM û welatên Ewropa ji bo berjiwandiyên xwe yê koçberan, hember komkujî û qedexeyên li navçeyên Kurdistanê bêdeng dimînin û got ku, AÎHM li gorî biryarên xwe û rêzikên hiquqên gerdûnî tev nagere.

Parêzeran di serî de ji bo Cizîr, Silopî û Surê pêk hatinên dervî zagonên şer yên ku ji aliye hêzên dewletê ve tê pêk anîn, serî li gelek riyên hiqûqî dan. Ligel serî lêdanê parêzeran ji AÎHM'ê re hember êrîşên qirkirinê ti tedbîr ne hatine standin. Welatên Ewropayê jî dema mijar dibe Kurdistan guhê xwe digrin. Parêzeran serîlêdanên bê encam bi berjiwandiya Ewropa ya li hember koçberan ve dan girêdan. Parêzer Denîz Bayram diyar kir komkujiya ku Tirkiyê pêk tîne ne AÎHM di ti peymanên hiqûqên gerdûnî de nagre û got li gorî peymanan divê qedexe bên rakirin.

'AÎHM li gor vê tev nagere'

Denîz destnîşan kir ku li Kurdistanê di qadên pêvçûnê de gelek sivîl tên qetilkirin, mafê mirov tê binpêkirin û got AÎHM li hember vê bêdengiya xwe diparêze û wiha domkir, "Nêzîkatiyên dijî hiqûqê û îhlalkirina mafê jiyanê heye. Welatên alîgirê peymana AÎHM'ê ne jî di asta yekem de berpirsyarê vê yekê ne." Denîz anî ziman ku domandina pevçûnên li Cizîrê û nehêştina tenduristvan xwe bihejin birîndarên jêrzemînê, ne tenê li gorî biryarê AÎHM'ê gor peymanên hiqûqên gerdûnî jî dijraber tevdigere.

'Rawekirina îhlalê bi dest dixe'

Denîz da zanîn ku Tirkiyê nêzî 2 milyon koçber girtiye welat. Em dibînin li ser koçberan hin li hevkirin pêk hatiye. Divê di serî de jiyana koçberên ku li Tirkiyê dijîn bê nêrandin. Koçber di şert û mercên giran de dijîn. Li Tirkiyê mafê jiyanê û mirov tê binpêkirin. Bi welatek ku mafê jiyan û mirovan binpêbike re li hevkirin tê wateya rawakirina îhlalê jiyanê ye."

'Ewropa ji quncikê ve temaşe dike'

Parêzer Şûkran Dagcabîr jî diyar kir ku li hember êrîş û îhlalkirina mafê mirovan yê li Kurdistanê pêk tê welatên Ewropa bi samîmiyet tevnagerin û wiha pêde çû, "Bi taybet ji bo ku koçberên Suriyê derbasî Ewropayê nebin, yekîtiya Ewropa û Tirkiyê di nava peymanek hevkarî de ne. Parê vê hevkariyê welatên Ewropa li hember komkujiyên ku li Kurdistanê pêk tê bê dengiya xwe diparêze û ji quncikê ve temaşe dike. Cihê van kiriyarên dervî mirovahî di peymana AÎHM'ê de nîne lê ji bo berjewandiyên xwe bê deng dimînin. Em baş dizanin bi piştgiriya gelê Tirkiyê re dê serkeftin pêk were. Em ê li pişt têkoşîna bi mafbin û baweriya me bi serkeftina têkoşînê heya dawî heye."

(rc)